'Bila demildest li Îmraliyê hevdîtin bê kirin' 2021-03-16 09:35:07     AMED - Buroya Hiqûqê ya Asrînê têkildarî îdiayên derbarê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de tên kirin daxuyanî dabû û gotibû îdiayên tên kirin cidî ne û divê ji ber van îdiayan demildest hevdîtin pêk were. Jinan jî bertek nîşanê rewşê dan û gotin divê demildest li Îmraliyê hevdîtin bê kirin.   Buroya Hiqûqê ya Asrînê têkildarî îdiayên derbarê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de tên kirin daxuyanî da û got îdia cidî ne û divê ji ber van îdiayan demildest bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk were. Piştî vê yekê Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mazlûm Dînç, Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez û Newroz Ûysal, têkildarî agahiyên ku li ser medya dijîtal  hatine parvekirin de, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Wezareta Edaletê dan.     Jinan jî bertek nîşanê vê rewşê dan û diyar kirin ku divê ev îdîa bên ronîkirin û demildest hevdîtin li Îmraliyê bê kirin.   Hevseroka MED TUHAD-FED'ê Elîf Haran anî ziman ku îdayên derbarê Abdullah Ocalan tê kirin îdayên hem cidî hem jî rewşeke bi fikar datînin holê. Elîfê anî ziman ku divê sazî û rêxistinên dewletê jî vê rewşê cidî bigirin û wiha pê de çû: "Em wek sazî ji vê rewşê gelek bi fikarin. Brêz Ocalan 22 sal e li Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de ye. Her wiha çend girtiyên ku di heman rewşê de ne jî cih hene. Nêzî 2 salan e ji birêz Ocalan agahî nayê girtin. Girtiyên ku xwestin balê bikişînin ser vê rewşê jî dest bi greva birçîbûnê kirin û niha bi sedan girtî 110 roj di çalakiya grevên birçîbûnê de ne. Edî em hemû kes jî dizanin ku wateya tecrîdê li Rojhilata Navîn navê şer, êş, zilm û her cûreyê qeyrana civakî ye.  Ji bo ku aştî û demokrasî bê vî welatî gava sereke rakirina tecrîdê ye."   'Em ê şopdarên mijarê bin'   Elîfê diyar kir ku her agahiyên ku derbarê Îmraliyê de tên civakê û civakê ji nêz de eleqedar dikin û got: " Rayedarên dewletê divê bi lezgînî ji bo li Îmraliyê parêzer û malbata birêz Ocalan hevdîtinê bikin  derfetê bidin. Em ê jî wek federasyon şopdarê vê yekê bibin û em banga hestiyariyê dikin."   'Tehemûla gelê êdî ji van polîtîkayan re nema ye'   Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Berîtan Yaşar jî diyar kir ku şert û mercên tecrîdê her ku diçe girantir dibin û wiha axivî: " Herî dawî bi sedema pandemiyê Hevdîtina telefonê hatibû kirin lê ev hevdîtin ji bo rewşa tenduristiya wî têr nekir. Îdayên ku hatine kirin, îdayên cidî ne. Heke li ser vê rewşê rayedar daxuyaniyek nedin û hevdîtin pêk neyê ji aliyê civakê dê helwestek mezin bê nîşandan. Tehemûla gel êdî ji van polîtîkayan re nema ye."   'Divê demildest hevdîtin bê kirin'   Berîtanê destnîşan kir ku jiyana gel ya bi rûmet, bi felsefeya Abdullah Ocalan re pêkane û got: "Wekî ku Buroya Hiqûqê ya Asrînê di daxuyaniya xwe de diyar kiribû, divê ev îdîa bên ronîkirin û li Îmraliyê hevdtîin bê kirin. Şert û mercên tecrîdê civakê neyînî bi bandor dikin û bêyî ku dereng bimînin divê ev tecrîd bê bidawîkirin. Di şexsê birêz Ocalan de dê hemû gel azad bibin."   'Bila tecrîd bi dawî bibe û li îmraliyê pira aştiyê bê avakirin'   Herî dawî Aktîvîsta TJA'yê Şehrîban Zugurlî jî axivî û wiha got: 'Her sal îdayên bi vî awayî derdikevin holê lê ev îdîa Gelê Kurd û malbata birêz Ocalan di meraqê de dihêlin. Li şûna girtina ser îdayan divê bi lezgînî hevdîtin bê kirin. Ji bo bal kişandina ser tecrîdê bi sedan girtî di greva birçîbûnê de ne. Heta ku tecrîd bi dawî nebe ne grevên birçîbûnê bi dawî dibin ne jî îdayên bi vî awayî diqedin. Divê di warê rewşa tendirustiya brêz Oclana agahî bên girtin. Tecrîd ne çareserî ye, bila tecrîd bê bidawîkirin û li Îmraliyê pira aştiyê bê avakirin."