Mirina bêdeng a bi bîhna sêvan hat: Komkujiya Helepceyê 2021-03-16 09:05:14     HELEPCE - Dîrok 16’ê Adarê bû, gelê Helepceyê mirina bêdeng a bîhna sêvan jê hat, bîhn kirin. Bi hezaran kes mirin, kesên birîndar xilas bûn, tu car ew dem ji bîr nekirine. Şahid, birîndar, kesên malbatên xwe windakirine, êşa li ser bedena xwe, anîn heta vê rojê.   Gelê Kurd di dîrokê de bi gelek komkujiyan re hat rû hev. Zarok, jin û gelekên din hatin qetilkirin… Piştî her komkujiyê bi êşa ku ma jiyana xwe berdewam kirin û li aliyê din jî li dijî zîhniyeta kujer li ser piyan têkoşîn dan. Yek ji van komkujiyên herî bi êş, komkujiya Helepceyê ya di 16’ê Adara 1988’an de bi talîmata lîderê devrîk ê Iraqê Saddam Huseyîn pêk hatiye.   Komkujiya ku di komûtaya Alî Hasan El- Mecîd de ku wek ‘Alî yê Kîmyewî’ tê nasîn, pêk hat sînyala berê hatibû dayîn. Kesê nasnavê wî Alî yê Kîmyewî yanî Alî Hasan El Mecîd di 26’ê Gulana 1987’an de li ber rayedarên Partiya Baas ev daxuyanî dabû: “Dema ku surgun hatin temamkirin em ê ji her derê êrîşê wan (pêşmergeyan) bikin. (…)Em ê di yekîneyên biçûk de wan dorpêç bikin û bi çekên kîmyewî êrîş bikin. Ez bi çekên kîmyewî ne tenê rojekê, wê 15 rojan êrîş bikim..”   Bi gaza jehrî ya bi bîhna sêvan li her derê belav bû 5 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 7 hezar kes birîndar bûn. Di 33’emîn salvegera komkujiyê de yên ku birîndar xilas bûbûn, komkujî vegotin.   Ruba Mihemed di pêvajoya komkujiyê de 18 salî bû, diyar kir ku çend roj beriya komkujiyê ji bo dermankirina zaroka xwe çûye Silêmaniyê û piştî vê agahiyê digire ku hemû malbata wê hatiye qetilkirin.   Ruba ku endama Lijneya Piştevaniya Malbatên li Halepçeyê Hatine qetilkirin, ew dem bi van gotinan vegot:   “Demek beriya komkujiyê zewicîbûm. Wê demê kurê min nexweş bû. Ji bo dermankirinê min bir Silêmaniyê. Wê demê komkujî bûbû. Hîna jî ez dibêjim xwezî ez jî ji wir derneketibama.Ji ber min hemû malbata xwe winda kir. Hevjînê min, malbata wî, xwişk û birayên min, xalê min hemû şehîd ketin. Ez 18 salî bûm. Ez bi kurê xwe yê 2 salî re tenê mam. Min nizanibû ez çi bikim. Min xwe gîhand çend kesan ez çûm Îranê. Dema çûm jî min tiştek nebir. Bêguman jiyan zehmet bû, lê neçar bûm.”   Rubayê bi lêv kir ku piştî komkujiyê ji bo zarokê xwe têkoşîn daye.   “Hikûmet xwedî li mexdurên komkujiya Helepçeyê derneket. Ez li ser xwe bêjim. Mînak ez û kurê xwe tenê man. Sê mehan carê butçeyek didin lê ev têr nake. Hikûmet bê eleqe ye. Tu hikûmet wek hikûmeta me nîne. Çima eleqeder nabe. Tu cih ne wek Helepceyê ye. Me demên dijwar derbas kir. Hemû xanî hilweşiyan, wêran bûn. Hikûmet ji bo çêbike tu tiştek nekir. Qe nebe ji bo yên man dikarîbû tiştekî bike.”   Rubayê destnîşan kir ku ji bo kurd bi komkujiyan re neyê rû hev dibê yekîtî hebe û got bi Helepceyê êşeke ku bi salan nayê jibîrkirin dan jiyîn.   “Ger li hemû cîhanê kurd bibûna yek wê komkujî nehatiba jiyîn. Hemû partî li şûna ku ji dewletên din tiştan hêvî bikin divê nav xwe de bibûna yek û hewcedarê kesî nebûna. Hinekan zarokên xwe hinekan malbata xwe winda kirin. Li ser wan bandorek mezin a psîkolojîk ma. Niha em biçin mala kê şopa komkujiyê li ser wan heye. 33 sal derbas bû lê hîna wan malbatan ne xanî ne jî piştgiriyek girtin. Bi komkujiyê peyamek dan gelê kurd. Êşeke mezin li ser kurdan hiştin. Li gorî min Helepce firotin Îranê. Saddam ji vê re zemîn ava kir. Komkujiyek wisa çêkir. Zarok ciwan her kes hatin qetilkirin.”   Şuna Hememî jî ku niha li Helepceyê ye û di pêvajoyê de birîndar xilas bû, 33 sale bi dermanan dijî û diyar dike ku divê ji çavên xwe jî emelyat bibe.   Şuna Hememî wiha dibêje: “33 sale derman bi kar tînim. Bi vê re jiyîn zehmet e. Me her tiştê xwe winda kir. Her wiha tevî her tiştî kes xwedî li me derneket. Hikûmetê nexweşaneyeke bi rêk û pêk jî ava nekir. Ji bo vê madeya kîmyewî dermanek bi bandor jî neanî. Butçeya me têrî dermanan nake. Min dê, bav û xwişk û birayên xwe ji ber vê winda kir. Em niha du kes mane. Divê em heta dawiya jiyana xwe van dermanan bi kar bînin. Kes xwedî li kurdan dernakeve. Ya herî girîng jî em kurd xwedî li xwe dernakevin. Berpirsan rojekê rewşa me nepirsî. Ez bang li hikûmetê dikim bila xwedî li me derkeve.”   Rojna Miheme Emîn jî di 8 salî de komkujiyê dijî û got ji wê û pê ve tenduristiya wê xera bûye, dê û bavê xwe jî di komkujiyê de winda kiriye.   “Ez birîndar xilas bûm. Her kes jiyana me dizane. Ji ber bandora kîmyewê ez jî wek hemû kesî me. Divê ji bo kesên di bin bandora madeya kîmyewî ma de nexweşxaneyek bihata avakirin. Em nizanin ku em ber bi başiyê ve diçin an ber bi xerabiyê ve. Agahiya tu kesî der barê vê de tune. Ez ji bo dermankirinê carnan diçim Îranê. 6 sale nikarim biçim. Hikûmetekê bifikirin ji bo gelê xwe tiştekî nake. Gelo ev hikûmet çi dike? Dema xizmetê didin jî didin ji yên partiya xwe. Ez di komkujiyê de 8 salî bûm.Dayika min wê demê jiyana xwe ji dest da, piştre jî bav û du birayên min. Rewşa birayekî min jî niha qet nebaşe.Hikûmet tu alîkariyê nake, ji bo vê pêngavekê navêje.”   Rojna jî diyar dike ku Saddam bi komkujiyê armanc kiriye ku kurdan belav bike û banga çima em nabin yek dike.   “Komkujî bi armanca belavkirina kurdan pêk hat. Lê beriya her tiştî divê em vê bêjin. Çima kurd li hev nakin. Çima em nabin yek?Ev hikûmet çima ji gelê xwe re nabe alîkar? Divê em vê bipirsin. Yên hêza wan heye ji xwe diçin derveyê welat. Yên tune jî wek me ne. Ez bang li hikûmetê dikim:Xwedî li malbatên şehîdan û birîndaran derketin. Her salvegera komkujiyê derdikevin diaxivin. Lê bi axaftinê nabe.”