Wan ji bo Newrozê xwe amade dike: Em bi rengên xwe li qadan e 2021-03-16 09:03:06     WAN - Ji Newrozê re demeke kurt ma û amadekariyên ji bo pîrozbahiyan didomin. Jinên Wanê ku lez dan xebatên xwe diyar kirin ku coşa bihara ku dijîn di her alî de ji bo wan tê wateya nûbûnê û gotin wê di her şertî de li qadan bin.   Li Wanê li Qada Newrozê ya Keleha Wanê  di 21’ê Adarê de roja yekşemê wê Newroz bê pîrozkirin û ji bo vê jî amadekarî didomin. Newroza ku mizgîniya biharê dide, ji aliyê kurdan ve jî wek roja berxwedan û azadiyê tê dîtin. Bi rojan beriya 21’ê Adarê agir tên pêxistin, govend tên gerandin û di 21’ê Adarê de jî cil û bergên gelêrî û xwarinên tên çêkirin lê zêde dibin. Newroz ku ji aliyê kurdan ve wek cejna neteweyî ye, wek roja mezinkirina têkoşîn, nirxa hevpar û yekitiyê ye û ji ber vê jî hemû xebat bi coş tên meşandin. Jinên Wanê coşa Newrozê bi gotinên weke ‘Di her şert û mercî de bi cilên xwe yên gelêrî li qadan bûn û wê dîsa li qadê bin’ anîn ziman û  der barê Newrozê de nêrînên xwe anîn ziman.   ‘21’ê Adarê mizgîniya biharê ye’   Fatma Yorgun ku xwe amade dike şitlan li erdê xwe biçîne û da zanîn ku bi germbûna hewayê re, bidawîbûna zivistanê re diçin bi erdên xwe re eleqeder dibin. Fatmayê her wiha destnîşan kir ku bihar ji bo jinan demsala nûkirin û nûbûnê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin jiyan e, ya ku jiyanê vedijîne, ya rêxistin dike ye. Ji ber vê jî meha biharê ji bo me gelek wateyên wê hene. Em hemû karên xwe di mehên biharê de dikin. Bi taybet 21’ê Adarê mizgîniya biharê ye. Bidawîbûna zivistana reş e.   ‘Em ê di her şertî de li qada Newrozê cihê xwe bigirin’   Fatmayê her wiha daxuyakirin ku di dîroka kurd de çîrokeke berxwedanê ya girîng a Newrozê heye û wiha pê de çû: “Em bi rojan beriya Newrozê cil û bergên xwe kofiyên xwe amade dikin. Ligel cil û bergên gelêrî em xwarinên xwe jî ji şevê de çêdikin û dibin qada Newrozê. Îsal jî wek her sal em ê cihê xwe li qadê bigirin.”   ‘Newroz azadî ye’   Berîvan Kaval jî ku li taxa Karşiyaka ya Îpekyolê esnafiyê dike wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wek her sal em îsal jî bi kelecan Newrozê dipên. Em li taxê bi jinan re tên gel hev û diçin qada Newrozê. Em di hewaya cejna neteweyî de pîroz dikin. Jin bi rojan beriya vê tên kila çavan ji min digirin. Ji bo me Newroz azadî ye.”   ‘Di zarokatiyê de wek Adarok dihat bikaranîn’   Sonmez Ertaş jî destnîşan kir ku beriya ku Newroz li qadan bi girseyî bihata pîrozkirin jî, rîtuelek wê hebûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Newroz di salên dawî de bi girseyî hat pîrozkirin. Di temenê zarokatiya min de li taxê her kesî di 7 beroşên cuda de, fasule, nok, genim û her wekî din dipijandin. Sifreyên mezin dihatin avakirin û xwarin bi hev re dihat xwarin. Her kesî wê rojê çi heba parve dikir. Dayika min wan digotin ‘Adarok’.  Min zêde wate nedabiya jî lê min fêm dikir ku yekitî girîng e û ez bi vê kevneşopiyê mezin bûm.”   ‘Li hemû baxçeyan agir dihat pêxistin’   Sonmezê destnîşan kir ku piştî salên 90’î bernameyên Newrozê hatine qedexekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me zêde wate nedida qedexeyan. Dîsa jî me bi cîranan re li baxçeyê xwe agir pêdixist û tevî hemû astengiyan me Newroz pîroz dikir. Wê demê belkî nedihiştin welatî li qadê bên gel hevdu. Lê welatiyan li baxçeyan agir pêdixst, li ser giran pêdixistin.”   ‘Em bi cilên xwe li qada Newrozê ne’   Sonmezê di dawiya axaftina xwe de ev tişt vegot: “Şert çi dibin bila bibin em ê jinên kurd wê wek her sal, îsal jî Newrozê bi cil û bergên xwe yên gelêrî li qadê pîroz bikin. Em dipên ku îsal jî  li qada Newrozê bên gel hev. Hêviya me ev e ku Newroz bibe wesîleya aştiyê.”