'Komkujiya Helebceyê asta kîna dijminên kurdan diyar kir' 2021-03-16 09:03:14     Ronîda Hacî    HESEKÊ - Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Fehîma Ehmed da zanîn ku komkujiya Helebceyê plan û siyaseteke bi armanca qirkirina gelê kurd bû û heta roja îro li dijî Gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dewam dike.   Di 16’ê Adara 1988’an de Rêjîma BAAS’ê  û Îraqê bi serkêşiya dîktator Sedam El-Hisên komkujiyek li Helebceyê pêk anîn. Di komkujiyê de bi çekên kîmyewî bajarê Helebceyê bombebaran kirin û di encamê de zêdetirî 5 hezar û 500 mirovên kurd piraniya wan jin û zarok jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî vê mijarê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Hesekê Fehîma Ehmed komkujiya Helebceyê nirxand.   'Plan û dijmin yek e, tênê dem diguhere'   Fehîmayê di destpêkê de pakrewanên komkujiya Helebceyê bi bîr xist, her wiha bal kişand ser armancên vê komkujiyê û wiha pê de çû: "Armanca komkujiya Helebceyê tunekirina Gelê Kurd bû, lê ev armanc heta niha jî bi komkujiyên cuda xwe dide der. Komkujiya li Şengalê, Efrîn, Serêkanî û Girê Spî ji komkujiya Helebçayê ne qut in. Siyaset û plan yek in, tenê dem xwe diguhere. Komkujiya Helebceyê asta kîna dijminên kurdan diyar kir. Di wê rojê de dîsa desthilatdaran destê xwe dane hev û li dijî kurdan komkujî pêk anîn. Em qet ji bîr nakin, dîrok jî ji bîr nake û dê zarokên me jî ji bîr nekin. Her çiqas asta komkujiyan mezin jî be, dîsa kurd jîn dibin. Bi têkoşîn û berxwedana xwe em hebûna xwe diparêzin. Bila her mirovekî kurd di wê rastiyê de be, eger em yekrêziya xwe ava nekin wê dîrok xwe dubara bike."   'Komkujiya Helebceyê asta kîna dijminên kurdan diyar kir'   Fehîmayê bal kişand ser êrîşên ku li ser Gelê Kurd tê kirin û wiha domand: "Em di pêvajoyekê de dijîn ku her kes dixwaze derbeyeke xwe li vîna kurdan bixe û destkeftiyên wan binpê bike. Komkujiya Helebceyê asta kîna dijminên kurdan diyar kir. Gelê Kurd ji komkujiya Helebceyê û heta roja me ya îro ji tecrubeyên dîrokê, îxanetê, siyaset û planên dijminan tecrûbe girtine. Ji bo wê di roja me ya îro de mirovê kurd koletiyê li ser xwe qebûl nakin û rûmeta xwe diparêzin. Civaka mîna civaka kurd ger ne berxwedêr ba, niha navê wan di dîrokê de tune bû. Îro em bûne xwedî hebûn û nasname, ji bo wê her kes hesaban ji me dike. Helbet em nikarin bêjin wê êrîş jî li ser pergala me ya demokratîk jî nebe. Ji ber her serkeftineke me kîna dijminan jî dike tevgerê. Ya girîng em ji doza xwe venegerin û bi wî ruhê kurdatiyê tev bigerin."   'Yekrêziya kurdan dê serkeftinê mayinde bike'   Fehîmayê bang li partiyên siyasî yên Kurdî kir ku yekrêziya xwe ava bikin da ku rê li ber dagirkerî û komkujiyan bigirin û wiha bi dawî kir: "Daxwaza me ji partiyên Kurdî ew e ku yekrêziya xwe ava bikin, da em rê li ber dagirkerî û komkujiyan bigirin. Eger em nebin yek dê çaranûsa me winda bibe."