Emîne Şenyaşar serbest hat berdan 2021-03-15 16:33:28   RIHA - Emîne Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê nobeta “edaletê” didomîne hatibû binçavkirin serbest hat berdan.     Beriya hilbijartina giştî ya 24’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê parêzkar û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ferdên malbata Şenyaşar kiribûn û Haci Esvet Şenyaşar û lawên wî Adil û Celal Şenyaşar kuştibûn. Ferdê malbatê Fadil Şenyaşar jî birîndar bûbû û pişt re hatibû girtin. Emîne Şenyaşar a hevjînê xwe û du lawê xwe winda kir li gel lawê Ferît Şenyaşar ji bo dozê edalet pêk were bi daxwaza “edaletê” li ber Edliyeya Rihayê çalakiya nobetê daye destpêkirin û di roja 7’an de hat binçavkirin, piştî îfade da serbest hat berdan.   Emîne piştî serbest hat berdan berê xwe da cihê nobetê û çalakiya xwe domand.