Li Çewlig, Wan û Êlihê bangewaziyên beşdariya Newrozê hatin kirin 2021-03-15 15:52:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Newroza îsal bi dirûşma “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” li 30 bajar û 61 navçeyan tê pîrozkirin. Li Wan, Çewlig û Êlihê bangewaziyên tevlîbûna Newrozê hat kirin.    Li Çewlig, Wan û Êlihê ji bo pîrozbahiya Newrozê amadekarî berdewam dikin û bangên ji bo beşdariya Newrozê hatin kirin. Her wiha Newroza îsal bi dirûşma “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” li 30 bajar û 61 navçeyan tê pîrozkirin.   Newroz li Çewlîgê di 20'ê adarê de tê pîrozkirin     Komîteya Amadekar a Newroza Çewligê jî ji bo pîrozbahiya Newrozê ya wê di 20’ê adarê de saet li 11.00’an were pîrozkirin banga beşdariyê li xelkê Çewligê kir.  Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya û Parlamenterê HDP’ê yê Çewligê Erdal Aydemîr jî wek axiver beşdarî Newrozê bibin û hunermend Pinar Aydinlar û Azad Bedran jî wê derkevin ser dikê û hunera xwe pêşpêş bikin. Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê Mustafa Acar banga beşdariya Newrozê kir û xwest xelkê Çewligê li derdora agirê Newrozê bê cem hev.    Li Elbaka Wanê bangewaziya tevlîbûnê hat kirin    Komîteya Amadekar a Newroza Wanê jî ji bo beşdariya Newrozê ya wê di 21’ê Adarê de li ber Keleha Wanê were lidarxistin li navçeya Elbakê serdana esnafan kir. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan û endamên Komîteya Amadekar li esnafan geriyan û belavokên vexwendina Newrozê li wan belav kirin û xwestin xelkê Elbakê beşdarî pîrozbahiyê bibin.    Li Êlihê starta pîrozbahiyan hat dayîn    Komîteya Amadekar a Newroza Êlihê jî starta pîrozbahiyan da. Endamên Komîteya Amadekar têkildarî pîrozbahiya Newrozê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Êlihê daxuyanî da û parlamenterên bajêr Mehmet Ruştu Tiryakî, Necdet Îpekyuz û rêveberên HDP’ê û aktîvîstên TJA’yê beşdar bûn. Hevserokê HDP’a Bajêr Omer Kulpu ewilî Newroza xelkê pîroz kir û got ew li bendê ne Newroza îsal bi coş û girseyî derbas bibe. Omer anî ziman ku ew ê di 21’ê Adarê de roja yekşemê li Qada Newrozê pîrozbahiyê li dar bixin û amadekariyên wan ber bi temambûnê ve diçin.