Parêzerên Abdullah Ocalan serlêdana hevdîtina lezgîn kirin 2021-03-15 15:36:06     STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji ber îdîayên li ser hesabên medyaya dîjîtal xwestin bi lezgînî bi muwekîlê re hevdîtinê bikin.   Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mazlûm Dînç, Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez û Newroz Ûysal, têkildarî îdîayên ku li ser medya civakî  hatine parvekirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Wezareta Edaletê da.     Parêzeran, di serlêdana xwe ya ku daxwaznameyê hat kirin de diyar kir ku piştî hevdîtina herî dawî ya di 3’yê adara 2020’an de bi malbatê re hatiye kirin, di 27’ê nîsana 2020’an de bi telefonê bi birayê Abdullah Ocalan re hevdîtin hatiye kirin. Parêzeran, destnîşan kir ku ji rojê ve hemû serlêdanên wan ên ji bo hevdîtinê û rêyên têkîlî danînê yên bi telefon û nameyan bi awayejî nehiqûqî ya hatine redkirin an jî bêbersiv hatine biştin.    Di berdewama serlêdana xwe de parêzeran bal kişand ser rewşa ji ber pandemiyê û dane zanîn ku pêkanînên şertên hovane yên tecrîdê, şertên giravê, girtina dema dirêj û şertên heyî qedexeya îşkenceyê bin pê dikin û li gel pêşniyarên CPT’ê yên vê derbarê de jî geşedaneke neyînî neyatiye dîtin.     Parêzeran di serlêdana xwe de têkildarî îdiayên li ser medya civakî yên derbarê muwekîlê xwe de jî ev tişt gotine: “Herî dawî di 14.03.2021’an de hin malperên nûçeyan û hesabên medya civakî, têkildarî jiyan û bedena muwekîlê me îdiayên cidî kirine. Bêguman şertên tecrîdê rê didin nûçeyan bi vî rengî. Lê ji bo ku ev îdiayên li ser me û malbatê bûne sedema gumanên mezin bên derbaskirin divê raste rast em hevdîtin pêk bînin. Di vê wateyê de divê demildest şertên hevdîtinê yên muwekîlê me yên malbat û parêzeran re bên avakirin û daxwaza me ya serdanê bê qebûlkirin.”