Li Rihayê starta pîrozbahiyên Newrozê hat dayîn 2021-03-15 15:29:33   RIHA - Li Rihayê starta pîrozbahiyên Newrozê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn.    Komîteya Amadekar a Newrozê ya Rihayê bi daxuyaniyeke çapemeniyê starta Newrozê da. Daxuyanî li Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bajêr hat dayîn û parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û rêveberên HDP'ê yên bajêr û navçeyan tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla hevserokê HDP'ê ya HDP'ê ya Rihayê Ziya Çalişkan ve hat dayîn.    Di daxuyaniyê de li ser girîngiya Newrozê hat rawestandin û banga tevlîbûnê hat kirin. Ayşe Surucu jî axivî û diyar kir ku dê gelê Rihayê bi coş û heyecanek mezin dê Newrozê pîroz bikin û got: "Li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan li girtîgehan grevên birçîbûnê hatin destpêkirin. Bi banga Ocalan aştî hatibû lê AKP'ê li hemberî vê yekê şer da destpêkirin. Em hêvî dikin ku ev Newroz bibe roja aştiyê û bibe roja bi dawîkirina tecrîdê. Divê rayedarên dewletê guh bide daxwazên girtiyan û tecrîdê bi dawî bike."