Çalakiya xelkê Şengalê dewam dike 2021-03-15 15:07:46     ŞENGAL - Çalakiya ku xelkê Şengalê bi armanca destekdayîna Asayişa Êzidxanê daye destpêkirin, di roja xwe ya 104’an de berdewam dike.   Xelkê Şengalê, li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê û ji bo xwedîderketina li Asayişa Êzidxanê, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê bi dirûşma “Em hemû asayiş in” kon vedan. Çalakî 104 roj in berdewam dike.    Çalakî her roj bi komek nû tê meşandin. Her wiha bi sedan kes serdana konê berxwedanê dikin û piştgiriyê didin çalakvanan.