Ji Mêrsînê banga tevlibûna Newrozê 2021-03-15 14:53:01     MÊRSÎN - Komîteya Amadekar a Mêrsînê ji bo Newroza ku wê di 20'ê Adarê de li bajêr bê amadekirin banga tevlibûnê kir.    Komîteya Amadekar a Neweroza Mêrsînê, derbarê pîrozbahiya Newerozê ku wê di 20'ê Adarê de li bajêr bê pîrozkirin li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyanî da. Di daxuyaniya ku parnkarta bi nivîsa "Em ê di 2021'ê de bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û azad bibin" hat vekirin de, Hevserokên HDP'ê yên Mêrsînê  Gulbahara Şofor û Mehmet Alçin û gelek kesên din tevli bûn.    'Daxwaza yekane ya kurdan aştî ye'   Serokê Komîteya Amadekar a Newerozê parêzer Ozgur Çaglar, diyar kir ku Newroza herî bi wate di 2013'an de hat pîrozkirin û wiha got, "Ger ku deklerasyona di Newroa 2013'an de hat xwendin li ber çavan bihata  girtin wê îro li Tirkiye û li Rojhilata navîn serdemeke din bihata jiyîn."  Ozgur anî ziman ku gelên Tiriyeyê aştiyeke civakî dixwazin û ev tişt got, "Bi tunekirina zimanê kurdan re aştî pêk nayê. Ez hêvî dikim ku ev Newroz bibe wesîleya aştiyê û em di baweriya ku wê rojekê aştî bê ser vê axê de ne. Ji ber ku li Tirkiyeyê jî daxwaza kurdan a sereke aştî ye."   Ozgur herî dawî diyarkir ku dê li Mêrsînê Newroz di 20'ê Adarê de roja Şemiyê saet di 11.00'an de li navçeya Akdenîzê li qada Tirmil bê pîrozkirin.