Ji parêzerên Abdullah Ocalan daxuyanî 2021-03-15 14:39:57     STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Asrinê, derbarê îdîayên ku ji duh bi şev ve têkildarî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê kirin, daxuyaniyek da û gotin: "Em bang li rayedaran dikin ku bi berpirsyarî rabin, deriyên Girtîgeha Îmraliyê li kontrolê vekin, mafê pêwendîdanînê û serdanê yên qanûnî nas bikin."   Buroya Hiqûqê ya Asrinê, têkildarî îdiayên ku duh bi şev li ser hesabên medya civakî derbarê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan te hatin parvekirin de daxuyanî da.    Daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Asrinê wiha ye:   "Bi muwekîlên xwe yên li Girtîgeha Îmraliyê Birêz Abdullah Ocalan, Birêz Omer Hayrî Konar, Birêz Hamîlî Yildirim û Birêz Veysî Aktaş re em nikarin bi ti awayî pêwendiyê deynin. Hevdîtina herî dawî ya li Girtîgeha Îmraliyê tenê bi Birêz Ocalan re 7'ê tebaxa 2019'an hat kirin. Pêwendiya herî dawî ya muwekîlên me bi derve re, di 27'ê nîsana 2020'î de bi wesîleya pandemiyê bi rêya telefonê bû ku ev mafê wan yekemcar ji wan re hate dayin.   Ji vê demê û pê ve me derfet nedît ku agahiyê werbigirin. Têkildarî jiyana Birêz Ocalan di 14'ê adara 2021'ê de li ser hin hesabên medya civakî yên anonîm hin îdîa hatin kirin. Demeke dirêj e ku em nikarin muwekîlên xwe yên li Îmraliyê bibînin, lewma her îdîaya ku têkildarî wan tê kirin em bi cidiyeteke mezin lêkolîn dikin û hewldanên pêwîst di vê derbarê de dikin. Ev îdîayên ku dem bi dem tên kirin, em nizanin ji kîjan çavkaniyê tên, lê belê ji bo me ya girîng ew e ku ev îdîa bi rengekî rêk û pêk têkildarî Birêz Ocalan tên kirin. Bêguman sedema herî girîng a vê rewşê ew e ku li Îmraliyê tecrîdeke giran heye û hemû derfetên me yên agahîstandinê hatine birîn. Ji ber ku Girtîgeha Îmraliyê girtîgeheke welê nîne ku malbat û parêzer karibin bi rêk û pêk biçin bibînin û têkildarî tenduristî û mercên jiyanê agahiyan werbigire, ev îdîa dibin sedema fikarên mezin ku divê ji holê bên rakirin. Rêya bidawîkirina van fikaran jî ew e ku di dema herî zû de derfetên têkilî û pêwendiya bi Îmraliyê re bên afirandin.   Em bi israr dixwazin ku dawî li tecrîda li Îmraliyê bê anîn ku bi tena serê xwe kiryareke xerab e û rêyên pêwendîdanînê bê afirandin ku fikarên li ser tenduristî û mercên jiyanê ji holê bên rakirin. Em careke din bang li rayedarên siyasî û îdarî hemûyan dikin ku dest ji vê cihêkarî û pratîka tecrîdê berdin ku li ser girtîgehekê û komek ji girtiyan ferz dikin. Em bang li rayedaran dikin ku bi berpirsyarî rabin, deriyên Girtîgeha Îmraliyê li kontrolê vekin, mafê pêwendîdanînê û serdanê yên qanûnî nas bikin."