Li Colemêrgê starta Newrozê hat dayîn 2021-03-15 14:31:46     COLEMÊRG - Komîteya Amadekar a Newroza Colemêrgê starta pîrozbahiya Newrozê ya dê di 21’ê Adarê de were lidarxistin da.    Komîteya Amadekar a Newroza Colemêrgê tekildarî pîrozbahiya Newroza dê bi dirûşma “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” dê li dar bixe daxuyanî da. Daxuyanî li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Colemêrgê hat dayîn û rêveberên HDP’ê beşdar bûn. Hevserokê Komîteya Amadekar Kadîr Şahîn daxuyanî da.    Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku dê pîrozbahiya Newrozê roja 21’ê Adarê saet di navbera 10.00-16.00’an de li navenda sûkê li dar bixin û ji bo vê yekê serî li walîtiyê dane. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Dê bi coş a gelê xwe Newroza xwe pîroz bikin. Dê hunermend Mûrat Demîr, Koma Çiya û Koma Sorjiyan dê beşdarî pîrozbahiyê bibin. Her wiha wê parlamenterên HDP’ê Hasan Ozguneş û Şevîn Coşkûn jî tevlî pîrozbahiyê bibin."