Emîne Şenyaşar hat binçavkirin 2021-03-15 13:24:34   RIHA - Emîne Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê nobeta “edaletê” didomîne hat binçavkirin.    Beriya hilbijartina giştî ya 24’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê parêzkar û xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ferdên malbata Şenyaşar kiribûn û Haci Esvet Şenyaşar û lawên wî Adil û Celal Şenyaşar kuştibûn. Ferdê malbatê Fadil Şenyaşar jî birîndar bûbû û pişt re hatibû girtin. Emîne Şenyaşar a hevjînê xwe û du lawê xwe winda kir li gel lawê Ferît Şenyaşar ji bo dozê edalet pêk were bi daxwaza “edaletê” li ber Edliyeya Rihayê çalakiya nobetê daye destpêkirin û di roja 7’an de hat binçavkirin.    Emîne Şenyaşar bi hinceta "heqaret li wezîfedarên cemaweriyê kiriye" hat binçavkirin û ew birin Midûriyeta Emniyeta Rihayê. Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel, diyar kir ku bi îdiayeke hatiye binçavkirin û dê mijarê bişopînin.    Her wiha nobeta Ferît Şenyaşar li ber edliyeyê didome.