10'emîn hejmara Yenî Yaşam Jin hat weşandin 2021-03-15 11:55:02     NAVENDA NÛÇEYAN - 10'emîn hejmara Yenî Yaşam Jin hat weşandin.   10'emîn hejmara Yenî Yaşam Jin a Rojnameya Yenî Yaşamê hat weşandin. Yenî Yaşam Jin ji 15 rojî carekê bi rêya onlineyê tê weşandin. Di 10'emîn hejmara rojnameyê de manşeta "Mirinên bi guman ên jinan, tundiya mêr a bêguman" derket pêş. Her wiha mirinên bi guman ên jinan ên wekî "întihar" yan jî "mirina xwezayî" tê pêşkêşkirin di naveroka rojnameyê de cihê xwe girt. Newroz, jinên cotkar ên Hîndîstanî, têkoşînên jinên Îran û Kolombiyayê dîsa bi naveroka xwe ya dewlemend derdikeve pêşberî xwînaran.    Ji vê lînka jêr hûn dikarin xwe bigihêjin nivîsên nû yên di rojnameyê de.   http://yeniyasamgazetesi2.com/kadineki/detay/supheli-kadin-olumleri-hepsinin-hikayesinde-siddet-var/