Ji SMJÊ banga xwedîderketina li Şengalê 2021-03-15 09:05:02     NAVENDA NÛÇEYAN - Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî, ji bo xwedîderketina li Şengalê li Hannover, Bîelefeld, Berlîn û Celleyê çalakî li dar dixin û banga tevlîbûna çalakiya hat kirin.    Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) daxuyaniyek nivîskî weşand û banga xwedîderketina li Şegalê kir. Di daxuyaniya xwe de bernameyên çalakiyên li Hannover, Bîelefeld, Berlîn û Celleyê hat aşkerakirin.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Peymana 9'ê Cotmeha 2020'î ya rêveberiya Hewlêr-Bexdayê ya li ser Şengalê, weke hewldan û qonaxeke nû ya ji bo dagirkirina Şengalê hat pênasekirin û hat destnîşankirin ku divê ew bi berxwedanê bersiva vê yekê bidin.   Civaka Êzidî çi li Şengalê çi jî li derveyî welat, wê tu carî nehêlin ku ewlekariya hundirîn a Şengalê bi destê hêzên derve ve bê hiştin. Hêza rasteqîn ya ewlekarî û parastinê ya Êzidxanê tenê bi îradeya civaka Şengalê dikare bê tayinkirin. Gelê me baweriya xwe bi YJŞ, YBŞ û Asayîşa Şengalê heye. Ji derve tu hêzeke leşkerî li ser axa Şengalê wê nikaribe bi cih bibe.   Di serî de jinên êzidî, wê vê hewldana dagirkirina xaka pîroz têk bibin. Şengal li ber xwe dide, em jî tevlî berxwedana wan dibin. Em bang li tevahiya gel û dostên xwe dikin ku bi ruhê berxwedana Şengalê textê desthilatdaran hilweşînin."   Di daxuyaniyê de ji bo çalakiyên ku vê hefteyê li Elmanyayê ji bo Şengalê bên lidarxistin, banga tevlîbûnê hat kirin.   Li gorî daxuyaniyê bernameya meş û mîtîngên vê hefteyê wiha ye: