'Ez ê ji bo zarokên ku hatine qetilkirin têbikoşim' 2021-03-15 09:03:32     Dîlan Babat   COLEMÊRG - Malbata, Alî Kaval yê di berxwedana rêveberiyên xweser ya li Geverê de hat qetilkirin, hîna jî têkoşîna hiqûqê dide. Bavê Alî, Abdulhekîm Kaval wiha got: “Heta ez sax bim ez li ser dozê bisekinim. Ne tenê ji bo kurê xwe ji bo hemû zarokan ez ê li ber xwe bidim.”   Li navçeya Gever a Colemêrgê ji aliyê Meclîsa Demokratîk a Geverê di ku 1’ê sibata 2016’an de damezrandin deklere kir û rêveberiya xweser îlan kir şûnde qedexeyan dest pê kir. Di 13’yê adara 2015’an de berxwedana rêberiyên xweser hat îlankirin û bi vê re jî qedexeyên derketina derve pêk hat û 79 rojan berdewam kir. Di qedexeyê de bi sedan kes hat qetilkirin, xanî hatin şewitandin û welatî nikaribûn ji malên xwe derkevin. Li gorî daneyên ne zelal nêzî 90 kesî di berxwedanê de jiyana xwe ji dest da. Ji van kesan jî Alî Kaval yê di 1’ê adara 2016’an de hat qetilkirinê bû.   Bila her kes bizane, kes jibîr neke…   Bi wesîleya salvegera pêvajoya qedexeyê em çûn serdana malbata Alî Kaval. Dayika Alî diyar kir ku ew êş wek roja ewil e, bê bîra wê hîn bêtir xwe nebaş hîs dike, ji xwe tu car jibîr nekiriye. Li ser bavê wê wî Abdulhekîm Kaval her ku çiqas nerehetiya wî hebe jî got bila tu kes tiştên hatine jiyîn jibîr neke.   ‘Dema min cenaze dît ez şok bûm’   Abdulhekîm diyar kir ku dema Alî jiyana xwe ji dest daye ew li navçeya Çelê di înşatê de dixebitî û got agahî didinê û dibêjin ku bavê te nerehete. Abdulhekîm wiha got: “Gotin bavê te nerehete bê. Ez çûm Nexweşxana Dewletê ya Geverê. Qerebalix bû. Birayê min hat got serê te sax be. Hemû malbat li nexweşxanê bû. Êşa wan mezin bû. Panzer û polîs hebûn. Parlamenteran çûn ew hişyar kirin. Piştre min xwest ez biçim morgê. Tevî min li derî xist venekirin. Min pihîn lê da vekirin. Dozger cenaze nîşan da. Dema min cenaze dît ez şok bûm. Li serê kurê min birînek mezin hebû. Ewil li çîma wî xistibûn, piştre gule bi ser serê wî de barandibûn.”   Abdulhekîm di berdewamiyê de da zanîn ku kurê wî ji bo ji zaroka xwe re paç û nan bigire ji mala xwe derketibû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kurê min çû û nehat. Polîs êrîş kiriye. Hevalên Alî nizanibû ku ew li wir tenê ye. Çawa Alî li wir şehîd dikeve hevalên wî digirin û dibin malbatekê. Li wir jî li betaniyekê digerînin û tînin mala me. Li malê birînên wî germ bûne. Destê dayika xwe digire lê nikare biaxive. Gelek dilê min dişewite, ji ber min wesiyata kurê xwe ya dawî nizanibû.”   ‘Ev zarok beyî sedem qetilkirin’   Abdulhekîm bi lêv kir ku li cihê ku Alî jiyana xwe ji dest daye, îxbara ‘li eniya pêş cih digire’ hatiye kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li dîwarê mala ku Alî lê hatiye qetilkirin hîna şopa guleyan heye. Dema Alî dibin nexweşxanê polîsên li ber nexweşxanê kenyane û çepik lêdane. Gotin ‘me berpirsê taxa Esentepe kuşt’. Dê û apên wî dixwazin cenazê bibînin lê desturê nadin. Me parêzerek girt ku lêpirsînê bimeşîne. Lê gotin ‘Alî terorîste, li dijî polîsan rabûye û em neçar mane bikujin’.Hîna dadgeh didome. Heta ez saxbim ez ê doza xwe bidim meşandin. Ez ne tenê ji bo kurê xwe dibêjim. Ez ê ji bo hemû zarokên beyî sedem hatin kuştin li ber xwe bidim. Ev mirov, tî man, birçî man bê xew man. Zarokên me ji bo ku malbat, hevjîn û zarokên wan rezîl nebin li ber xwe dan."    ‘Canê me şewitî’   Abdulhekîm di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku piştî Alî ji ber zêdebûna pevçûnan ji Geverê derketine û çûne Colemêrgê û wiha dawî lê anî: “Me geşedan ji televîzyonan temaşe dikir. Dema em vegeriyan Geverê me nikaribû em li wê rewşa Geverê binêrin. Xanî wêran kiribûn. Me her tişt derbas kir lê ew ciwanên hatin qetilkirin. Herî zêde ciwanên me kezeba me şewitandin. Em tu car wan tiştan jibîr nakin. Em wan nîvîsên hatin nivîsîn jibîr nakin. Em di pêvajoyek zehmet de derbas bûn. Em ciwanên hatin qetilkirin jibîr nakin.”