103 roj in çalakiya ‘Em hemû Asayîş in’ didome 2021-03-14 12:11:46   ŞENGAL - Çalakiya ku xelkê Şengalê bi armanca destekdayîna Asayişa Êzidxanê daye destpêkirin, di roja xwe ya 103’an de berdewam dike. Xelkê Şengalê da zanîn ku dê xwedî li vîna xwe derkevin.    Berxwedana Şengaliyan ku li dijî peymana Bexda-Hewlerê di 2’yê Kanûna 2020’an de li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê hatibû destpêkirin, di roja 103’an de didome. Çalakiya bi dirûşmeya “Em hemû asayiş in” tê meşandin her roj bi komek nû tê meşandin. Her wiha her roj gelek kes tên serdanê û piştgiriya xwe tînin ziman.      Xelkê Şengalê da zanîn ku heta bighejin armanca xwe dê çalakiyên xwe bidomînin