Li dijî Elewîtiya Baviksalarî jin ketin nava tevgerê 2021-03-14 09:07:36   ÎZMÎR - Hevseroka Giştî ya DAD’ê Saîme Topçu da zanîn ku bi polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirina çandî, baweriya Elewitiyê baviksalar dikin û got armanca wan ev e ku jina ji murşîtbûnê hatiye xistin, ji nû ve bigihîn meqama wê.   Meclîsa Jinan a Komeleya Elewî ya Demokratîk (DAD) bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cihanê di 4’ê Adarê de li Komleya Çanda Elewî ya Îzmîrê (Mala Cemê ya Yamanlar, sohbeta cemî ya ku jin tevlî bûn pêk anîn. Hevseroka Giştî ya DAD’ê Saîme Topçu da zanîn ku polîtîkayên qirkirina çandî û bêhişhiştin a piştî komarê hat jiyîn, her diçe Elewitiyê baviksalar dike û got li dijî vê her sal cemî pêk tînin û got ew dixwazin gotina jinê zêdetir bikin.   ‘Qirkirina çandî bandor li cihê jinê kir’   Saîmeyê destnîşan kir ku li dijî ku jin di Elewitiyê de hatiye asta nedîtinê û ji merciya murşîtbûnê ketin, biryar dane ku cemeke sohbetê ya dayik tevlî dibin ava bikin û wiha got: “100’emîn salvegera komkujiya Koçgiriyê ye jî. Komkujiya ji Koçgirî dest pê kir û li Dêrsîmê berdewam kir heta îro berdewam kiriye. Bi van komkujiyan re dayikên ku di merciya murşîtbûnê de bû, ji cihê wan hatin xistin. Bawerî çand hat qirkirin. Ev di heman demê de operasyona bêhişhiştinê ye. Me ji ber vê xwest ku bila dayik bên gotina xwe bêjin.”   ‘Bila dayik li dijî baviksalarbûnê gotina xwe bêjin’   Saîmeyê got: “Di 4’ê Adarê de li Komeleya Çanda Elewî sohbeteke cemî ya ku tenê dayik û jin tevlî bûne pêk anîne û got: “Ev polîtîkayên dewlet dimeşîne Elewîtiyê ber bi baviksalariyê ve dibe. Em ketin riyeke bê daxwaz. Me ji ber vê xwest ku dayikên me gotina xwe bêjin. Alîkarê me be.”   ‘Rê bi komarê xera bû’   Saîmeyê destnîşan kir ku baweriya (Rê) Elewî xwe dispêre Kemaletîna Dayikê û jinan ev rê ji çanda neolîtîk heta îro anîne û wiha pê de çû: “Modernîteya komarê pergala ocaxê hejand û ev rê jî ber bi xerabiyê ve bû. Pîr tenê wek mêr tê dîtin. Lê merciya Pîrbûnê hebû. Di vê de dayik jî hebûn. Baweriya rastî qirkirina çandî hat îro jî baweriyeke ku rastî asîmîlasyonê hatiye.”   ‘Ji merciyan de jin tune ne’   Saîmeyê di berdewamiyê de wiha daxuyand: “Divê jinên Elewî zêdetir têkoşîna wekheviyê bidin. Di merasîmên malacemê de dîmenên tên dîtin li dij Elewitiyê ye. Di cemên me de mêr û jin ji hev cuda rûnanin. Her kes can e li wir. Jin rengê xwe li qadan nade nîşandan. Li malên cemê meclîs û baskê jinan heye. Lê mêr dimeşînin. Jin tenê li mutbex û di qada xizmetê de ye. Jin di saziyan de tune ne. Di merciya biryarê de tune ne. Ev jî mêrtiyê bilind dike.”   ‘Hevserokatî nûneriya jinê zêde dike’   Saîmeyê bi lêv kir ku ji bo zêdekitina nûneriya jinê hevserokatî gelek girîng e û wiha pê de çû: “Em ji bo vê nîqaş dikin. Divê di her saziyekê de ev pergal hebe. Divê wek perspektîf bê jiyîn. Jinên Elewî ji ber polîtîkayên şerê taybet di bin lepê dewletê de ne. Jin di qada cemawerî de jî rastî destdirêjî û tecawizan tê. Ji ber rê guherî. Li cihên dejenerasyon heye ev pirsgirêk dertên holê. Elewîtî baweriyeke ku Kemaletîna Dayikê esas digiriye. Jin deriyê maf e. Deriyê welidînê ye. Jin tunebe rê tune. Xizir tune. Em dibêjin wekhev e lê ne wisa ye.”   Saîmeyê di dawiyê de got ew di amadekariya pêvajoyeke ku bi Gagan û Xizir destpê dike û bi Heftemal û Newrozê didome de ne, û got hêviya wan ev e ku cema sohbetê her sal dubare bike.