Pakîze ya xaniyê wê hat şewitandin:Ev êş nayên jibîrkirin 2021-03-14 09:03:42     Dilan Babat   COLEMÊRG - Di qedexeyên derketina derve ya li Geverê 79 rojan berdewam kir de, yek ji kesên xaniyê wê hat şewitandin Pakîze Işik e. Pakîze niha bi malbateke ji heman navçeyê re jiyana xwe didomîne. Pakîzeyê got xaniyên hatin şewitandin ne xema wan e lê hîna jî bîhna xwînê ji her kolanê tê.   Di navbera 2015-2016’an de li gelek bajarî berxwedanên rêveberiyên xweser dest pê kirin û bi vê re jî gelê Kurd li dijî êrîşan li berxwe dan. Yek ji cihên berxwedan lê hat nîşandan Gever a Colemêrgê bû. Li navçeyê Melîsa Demokratîk a Geverê di 1’ê Sibata 2016’an de damezrandin deklere kir û bi vê re qedexeyan dest pê kir. Di 13’ê Adara 2015’an de berxwedana rêveberiyên xweser hat îlankirin û bi vê re jî qedexeyên derketina derve pêk hat û 79 rojan berdewam kir. Di qedexeyê de bi sedan kes hat qetilkirin, xanî hatin şewitandin û welatî nikaribûn ji malên xwe derkevin. Hinek welatiyan koç kir. Yek ji welatiyên ku xaniyê wan hat şewitandin Pakîze Işik bû.   ‘Ew cenazeyên li erdê canê min dişewitand’   Pakîzeyê bi lêv kir ku bi zêdebûna pevçûnan re bi malbata xwe re koçî Şemzînan a Colemêrgê kirine û ji ber aboriyê neçar maye di înşatekê de bimîne û got: “Di qedexeyan de pir zêde top dihatin avêtin. Xaniyê me şewitî bû, alavên me li salonê şewitandibûn. Dema dengê topan dihat mirovên dihatin qetilkirin canê me diêşiya. Di televîzyonan de me didît ku xanî tên bomebarankirin vê canê me dişewitand. Me nikaribû tiştekî bikin. Cenaze li kolanê diman. Pisîk û seg diçûn ser. Ew cenazeyên li kolanê canê me dişewitand.”   Pakîzeyê wiha berdewam kir: “ Piştî qedexeyê em vegeriyan navçeyê. Xaniyê min şewitî bû. zarokên min biçûk bûn. Ez rûniştim giriyam. Ne ceyran hebû ne av. Ji ber rewşa aborî em nikaribûn bicin cihekî din. Me jeneratorek dît ku me xanî şûşt kirêç kir. Em du hefteyan man. Ne derî ne pace hebû. Dîwarên xanî derizî bûn. Tespîta kêm xesar dan xanî. Min bi alîkariyên cîranan hîmê xanî avêt. 5 sale lê hîna ew hîm wek xwe ye.”   ‘Me serî li TOKÎ neda’   Pakîzeyê bi lêv kir ku bi malbatekê re di xaniyekî de mane û got: “Me serî li TOKÎ jî neda. Sedema vê jî ev e. Pereyên avahiyê ji gel tê girtin.”   ‘Sal jî derbas bin ev êş nayê jibîrkirin’   Pakîzeyê di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî zman: “Em li Gevegerê digerin, hîna bîna xwînê ji her kolanê tê. Hîna aqûbeta bi dehan kesî ne diyar e. Hîna jî dema em diçin kolanê nasnameya me digirin. Li her derê panzêr hene. Em li ser axa xwe rehet nakin. Bi êvaran em nikarin derkevin derve. Ya girîng jî hîna bîhna xwînê ji her derê tê. Xanî ne xema me bûn. Ji bo cesed bîhn nedin di cemedankan de dihat veşartin. Sal jî derbas bin ev êş nayê jibîrkirin.”