Projeya 'Em li dijî şîdetê pêl frenê dikin' ket meriyetê 2021-03-13 16:22:06     WAN - Ji bo projeya "Em li dijî şîdetê pêl frenê dikin" Komeleya Jinan a STAR a Wanê û Odeya Ajokarên Wanê peymanek îmzekirin û proje xistin meriyetê.   Di çarçoveya 8'ê Adarê de Komeleya Jinan STAR a Wanê, bi Odeya Ajokarên Wanê re peymanek hevpar a projeya "Li dijî şîdetê em pêl frenê dikin" îmze kirin. Li gorî peymanê ajokarên minibûs, otobûs û taxsiyan ên bajêr dema jin bi şîdetê re rûbirû bimînin, an jî bên tehdîtkirin dê bang li komeleyê bikin.    Kesên ku serî li Komeleya Piştewaniya Jinan a Morsalkimê dabûn daxwazek wiha kiribûn. Li ser vê esasî projeyek bi vî rengî hat amadekirin. Li Edirne, Wan, Trabzon û Mêrsînê bi rêxistinên jinan re hevdîtin pêk hatin. Bi Komeleya Piştevaniya Navenda Jinan a Edîrneyê (EKAMEDER), Komeleya Jinan a STAR a Wanê, Komeleya Navenda Jiyanê ya Jinan a Trabzonê û Komeleya Dayikên Tirk ê Şaxa Tirabzonê û Komeleya Jinan a Mîmoza ya Mêrsînê re civîn hatin lidarxistin. Li vir peyman hatin îmzekirin.    Derbarê protokolê de endama komeleyê Meryema Aslan axivî û got: "Cara ewilî me li 5 rawestgehan 50 ajokaran re hevdîtin pêk anî. Bi taybetî jin li rawestgehan bi şîdet û tehdîtan re rûbirû dimînin. Wekî rawestgehên balafirgeh, otogar û nexweşxaneyan. Di hevdîtinan de ajokaran da zanîn ku gelek jin dema bi şîdet û tehdîtan re rûbirû dimînin nizanin serî li ku bidin. Em jî dixwazin bi ajokaran re bernameyên perwerdeyê amade bikin û anketan çêkin. Her wiha piştî perwerdeyan em ê sertîfîkayan bidin ajokaran."   Meryema, da zanîn ku di hefteya 8'ê Adarê de bi Odeya Ajokarên Wanê re peymanek îmze kirine û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Her wiha em ê pêşerojê jî 'Em li hemberî şîdetê toleransê nakin' manîfestoyek îmze bikin."