HDP bi jinên Fîlîstînî re hat gel hevdu 2021-03-13 12:49:55     ENQERE - Komîsyona Dîplomasiyê ya Jinê ya HDP'ê bi jinên Fîlîstînî re civîna onlineyê li dar xist û bal kişand ser hevpariya dîrokî û hat gotin divê jin vê ji bîr nekin û bi hev re tev bigerin.    Komîsyona Dîplomasiyê ya Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi civîna onlineyê bi jinên Fîlîstînî re hat gel hevdu. Ji Koma Dewleta Demokratîk a ji bo Rizgarkirina Fîlîstînê û Cemiyeta Jinên Ereb Emel Ebu Ayşe û Nûnera Lubnanê Abeer Ahmed, Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê  Ayşe Acar Başaran, Endama Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê Ayşe Berktay, Berdevka Dîplomasiya Jinê ya HDP'ê Gulistan Kiliç Koçyigit, Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê û Hevberdevka Maseya Rojhilata Navîn Tulay Hatimogulari beşdarî civînê bûn.    'Bi lêgerîna tazî îşkenceyê dikin'   Ayşe Acar Başaran wiha got:"Erdnîgariya Kurdistanê û Fîlîstînê dişibin hevdu. Li Rojhilata Navîn bedena jinê veguhertin qada şer. Li Wanê bi teşhîrkirina bedena Ekîn Wan hat nîşandan ku di şer de hedefa ewil jin in. Li girtîgehan bi lêgerîna tazî îşkenceyê dikin."   'Şerdên kurd û fîlîstîniyan dişibin hevdu'   Ji Koma Dewleta Demokratîk a ji bo Rizgarkirina Fîlîstînê û Cemiyeta Jinên Ereb Emel Ebu Ayşe da zanîn ku şerdên kurd û filîstîniyan dişibin hevdu û jinên fîlîstînî lidijî rejîmên Gazze û Şeriaya Rojava li berxwe didin.    Di civînê de jinan bal kişandin ser hevpariya dîrokî û hat gotin divê jin vê ji bîr nekin û bi hev re tev bigerin.