Xizmên Windayan: Bila faîl bên darizandin 2021-03-13 12:47:17     AMED - Xizmên Windayan di çalakiya xwe ya vê heftê de aqûbeta Abdulhakim Tanriverdî pirsîn û da zanîn ku dê heta dawiyê bêjin bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin.    Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê  çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" di hefteya 631’an de dîsa li ser înternetê parve kirin. Xizmên windayan û ÎHD'ê vê hefteyê aqûbeta Abdulhakim Tanriverdî ya di Nîsana 1993'an de ji aliyê kesên bi rûpoş hat revandin û 2 hefte şûnde cenazeyê wî hat dîtin pirsîn.     Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Mustafa Altintop, li gorî agahiyê ku hevjîna Abdulhakîm Tanriverdî daye agahi parve kir û anî ziman ku kesên bi rûpoş hatin Abdulhakim ji malê birin û çûn. Mustafa, anî ziman ku malbata Abdulhakim di sala 1993'an de dema li Gundê Basisîk yê navçeya Cizirê raza bû, kesên bi rûpoş hatin li ber baceya noylona vê diriyayî bi kurdî bang li Abdulhakim kirin. Kesên bi kurdî bang li Abdulhakim kirin xwestin derkevin derve. Wan kesan narîncok dirêjî hundir kirin û gotin 'Hûn dernekevin derve em ê vê bombeyê bavêjin hundir. Dema Abdulhakim got 'Hûn kîne?' wan kesan gotin "Te eleqeder nake. Tu derkeve derve.' Ewil Abdulhakim û piştre hevjîna wî derket derve. Hevjîna Abdulhakim serpêhatiyên xwe wiha anîbû ziman 'Min li derve 2 kes dîtin. Rûyê wan girtî bû. Tenê çavê wan xuya dibû. Dema hevjînê min birin. Hevjînê min got 'Hûn min bi kude dibin?'   Hevjîna Abdulhakim, piştî bû sibe agahî dan xizmên xwe. Birayê Abdulhakim çû serî li Fermandariya Cendirmeyan a  Cizîrê da. Cemal Temîzoz, ji biraye Abdulhakim re got ‘Nekeve pêşiya birayê xwe. Birayê te me kuştiye.' Cenazeyê Abdulhakim 2 hefte şûnde (nêzî 10-15 roj) li gundê Hêserê hat dîtin. Li ser agahiyan malbat çû cihê bûyerê. Dîtin ku cenazeyê Abdulhakim şewitî ye destê wî girêdayî ye. Pişta serê wî şikanine. Hevjîna wî ji cilê wî ew nas kirin."   Mustafa piştî aqûbeta Abdulhakim vegot wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê heta dawî bêjin bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin. Em di daxwaza xwe de bi israr in."