Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê di roja 87’an de didome 2021-03-13 10:42:44     MEXMÛR - Li Wargeha Mexmûrê di 18’ê Kanûnê de bi pêşengiya Meclîsa Îştarê ji bo tevlîbûna pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ li Saziya Malbatên Şehîdan çalakiya gireva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakiya gireva birçîbûnê di roja xwe ya 87’an de berdewam dike.    Girtiyên li zindanên Tirkiyeyê û herêmê ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê û bidawîkirina zextên li girtîgehan di 27’ê Mijdara 2020’an de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin. Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî ji bo piştgiriya girtiyên zindanan û tevlîbûna pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’  di 18’ê Kanûnê de ji aliyê Meclisa Îştar ve li Saziya Malbatên Şehîdan çalakiya gireva birçîbûnê hat destpêkirin.    Çalakiya gireva birçîbûnê bi koma 43’yan di roja xwe ya 87’an de berdewam dike.    Çalakiya gireva birçîbûnê her roj ji aliyê gel ve bi awayekî girseyî tê ziyaretkirin û gel bi sitran û helbestên xwe moral didin çalakvanan. Her wiha dem dem tendirûstiya çalakvanan ji aliyê saziya tendirûstiyê ve tê çavdêrîkirin.   Li ser navê koma gel Qîmet Unver di destpêka axaftina xwe de hemû çalakiyên ji bo tevlîbûna pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ silav kir û wiha axivî: "Armanca çalakiyên me ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li zindanên Tirkiyê ye, ji bo gihaştina mafê rewa ya mirovên azadîxwaz e û ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. Kesayetek weke Rêber Apo bi bîr û bawerî tu carî nikarin bi tecrîdan werin bêdengkirin. Bedel çi dibe bila bibe em heta dawî li pey doza xwe ne û li pişt serokê xwe ne.’’   Qîmet Unver herî dawî careke din berxwedana zindanan silav kir û ji tevahiya çalakvanan re serkeftin xwest.    Li ser navê koma çalakiyê jî Leyla Arzû Îlhan di destpêkê de xêrhatina gelê wargehê kir û wiha got: "Gelek girîng e ku di pêvajoyek wiha giran de gelê me yê Mexmûrê bi hemû hêza xwe bi hemû hez û vîna xwe tevlî pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ dibe. Wek tê zanîn salvegera komkojiya Qamişloyê ye, di kesayeta şehîdên Qamişloyê de em hemû şehîdên tekoşîna azadiyê bi minetdarî bi bîr tînin. Çalakiya gireva birçîbûnê ya li zindanan hat destpêkirin û li ser heman şopê li wargehê jî bi heman armancê xwedî li ked û felsefeya Rêber Apo hatiye derketin. Dubare em xêrhatina we dikin û serkeftinê ji hemû çalakvanan re dixwazin.’’