Dosya Diyarê 15 salî ku hatibû qetilkirin hat girtin 2021-03-13 09:03:15     Dîlan Babat   COLEMÊRG - Diyar Akin yê di qedexeyên derketina derve ya li Geverê ku 79 rojan berdewam kir de, jiyana xwe ji dest da, hîna kujerên wî nehatine dîtin. Dosya Diyar yê ku dema xwe diparast hat qetilkirin, hat girtin. Dayika Diyar, Mehsîma Akin daxwaz kir ku dosya ji nû ve vebe û gumanbar bên darizandin.   Li navçeya Gever a Colemêrgê di 13’ê Adara 2015’an de berxwedana rêveberiyên xweser hat destpêkirin û 79 rojan qedexeya derketina derve hat jiyîn. Meheke vê pêvajoyê bi pevçûn û êrîşan berdewam kir. Di van operasyonan de welatiyên ku nexwestin malên xwe terk bikin ya hatin qetilkirin yan jî neçar man axa xwe terk bikin. Yek ji kesên ku li kolanê hat qetilkirin jî Diyar Akin yê 15 salî bû. Diyar ku xwe ji pevçûnan veşartibû û ji baneke xanî de ket, piştî saetan şûnde hat dîtin û gule li dilê wî ketibû. Lê tevî 6 sal derbas bûye jî , lêpirsîneke der barê bûyerê de nehat meşandin, gumanbar nehatin dîtin.   ‘Nehiştin kurê min bibin nexweşxaneyê’   Li Geverê piştî qedexeyên hatibûn îlankirin şûnde, Diyar ji bo derman ji bavê xwe re bigire çûbû navenda bajêr û ew jî wek gelek welatî bû hedefa guleya polîsan. Diyar ku çû navenda bajêr di nav pevçûnê de ma û ji bo xwe biparêze jî çûbû ser bana xaniyekî. Piştî demekê Diyar ji ser banê de dikeve û demek dirêj birîndar li erdê dimîne. Dayika diyar, Mehsîma Akin diyar kir ku welatiyên li wir Diyar ferq kirine û wiha got: “Welatî dikin nav betaniyê ku bibin nexweşxaneyê lê rê nadin ku welatî bibin. Birine mizgeftê û li wir dane sekinandin. Wesayiteke firinê tê kurê min dibe nexweşxaneyê.”   ‘Gule li dilê wî ketibû’   Mehsîmayê daxuyakirin ku wê riya kurê xwe dipa û got ji bo derman bigire çûye û wiha pê de çû: “Kurê min yê mezin geriya û got Diyar birîndar bûye. Got ji milê xwe birîndar bûye. Em çû nexweşxaneyê kesî ji me re tiştek negot. Bijîşkan got ‘me mijûl nekin em ji bo xilaskirina wê mudaxale dikin’. Piştre ji odeyê derketin û gotin wefat kiriye. Diyar dema dikeve ser serî dikeve û xwîn dihere hundir. Min birîna wî nedît lê gule li dilê wî ketibû. Piştre ji bo otopsiyê Diyar birin Colemêrgê.”   ‘Dosya hat girtin’   Mehsîmayê di berdewamiyê de destnîşan kir ku piştî kurê wê jiyana xwe ji dest daye ji bo îfadeyê çûne qerekolê û ev tişt anî ziman: “Wêneyên diyar nîşanê me dan. Min di îfadeya xwe de got Diyar ji bo derman bigire çûye navenda bajêr. Rayedaran got ‘tiştek nabe gelek kesên di wî temenî de me kuştiye’. Ji bo sedema qetilkirina kurê min bê lêkolînkirin me serlêdan kir lê dosya di asta lêpirsînê de hat girtin.”   ‘Kevirên gorê hatibûn şikandin’   Mehsîmayê bi lêv kir ku piştî qedexeyê ji nû ve vegeryane Geverê û ev tişt anî ziman: "Ez çawa çûm Geverê çûm ser gora kurê xwe. Panserê di ser gorê re derbas bûbûn. Şopa wê hebû. Gor pelçiqîbû. Kevirên gorê şikyabûn.Min û keça xwe hinek berhev kir. Mala me hemû wêran bûbû. Lê tenê kurê min di dilê min de bû. Her tişt şewitandibûn. Lê xwezî bila kurê min bijiya tiştek pê nehatiba. Her tim diçin goran xera dikin. Di bin axê de jî rehetiyê nadin wan."   Mehsimayê her wiha daxwaz kir ku bila dosya ji nû ve vebe, kujerên kurê wê bên dîtin, berpirs cezayên xwe bikşînin.