ROJEVA 13'Ê ADARA 2021'Ê 2021-03-13 09:00:00     *Jinên Amedî bal kişandin ser çalakiya greva birçîbûnê ku 107 roj e didome û diyar kirin ku bila daxwazên girtiyan bêne cih û  aştiya ku pêdivî pê heye pêk bê. DÎMEN HEYE     *Diyar Akin yê di qedexeyên derketina derve ya li Geverê ku 79 rojan berdewam kir de, jiyana xwe ji dest da, hîna kujerên wî nehatine dîtin. Dosya Diyar yê ku dema xwe diparast hat qetilkirin, hat girtin. Dayika Diyar, Mehsîma Akin daxwaz kir ku dosya ji nû ve vebe û gumanbar bên darizandin. DÎMEN HEYE   *Jinên Mamakê der barê girtina HDP’ê de axivîn û gotin divê HDP neyê girtin, ger bê girtin wê rê li ber aloziyê vebe. DÎMEN HEYE   *Gulîzar Karaca ya CHP’î balkişand ser komîsyona ku derbarê lêkolînkirina şîdeta li hember jinê hat avakirin, bertek nîşanda da û got: "Zû bihata avakirin wê evqas jin nedihatin qetilkirin." Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî wiha axivî: “Kuştinên jinan yên bûye wek polîtîka qirkirinê, bi komîsyoneke dij demokratîk û odeyeke girtî a li meclîsê nikare bê çareserkirin.”   * Ji bo esnafên ji ber pandemî û qeyrana aborî rojên dijwar derbas dikin danûstendina bi onlineyê karên wan zehmetir dike û qeyranê kûrtir dike.  DÎMEN HEYE