Hat xwestin lêpirsîna têkildarî 18 parêzerî bê bidawîkirin 2021-03-12 15:47:35     AMED - Navenda Mafên Parêzeran a Baroya Amedê bertek nîşanî destpêkirina lêpirsîna têkidlarî 18 parêzeran da û hat xwestin lêpirsîna têkildarî 18 parêzerî bê bidawîkirin   Navenda Mafên Parêzeran a Baroya Amedê, bertek nîşanî lêpirsîna derbarê 18 parêzeran de hatiye destpêkirin da. Bi hêceta ev parêzerên beşdarî îfadeyên rêveberên Komeleya Çand Yekitî Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Xizmên Xwe Li Derguşa Şaristaniyê Windakirine (MEBYA-DER) bûbûn lêpirsîn hatiye destpêkirin. Parêzeran li pêş Edliyeya Amedê daxuyanî da. Di daxuyaniya ku pankarta “Parastin nayê bêdengkirin, nayê rawestandin” hat vekirin de gelek parêzer beşdar bûn.    'Lêpirsîn li dij hiqûqê ye'   Serokê Navênda Mafên Parêzeran ê Baroya Amedê Bariş Yîgît di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku parêzerên ku parazvanên edaletê ne bi êrişeke nû re rûbirû ne. Bariş da zanîn ku ji ber hempîşeyên wan ji bo dosya MEBYA-DER’ê vekalet dane weke gumanbar li dosyayê hatine zêdekirin û ev lê pirsîna derbarê hempîşeyê wan de hatiye destpêkirin kêfî ye û li dij hiqûq û qanûnan e.    'Bila lêpirsîna têkildarî 18 parêzerî bê bidawîkirin'   Bariş diyar kir ku parêzer bi gefan re rûbirû ne û wiha domand: "Parêzer êdî ji wekaletnameyên digirin jî tên sûcdarkirin û rastî gefa lêpirsînê tên. Xebatên hempîşeyên me yên ku li dijî bê hiqûqiyê mafên muwekîlên xwe diparastin hatiye astengkirin.” Bariş destnîşan kir ku lêpirsîna derbarê hempîşeyên wan de hatiye destpêkirin têkçûna hiqûqê ye û got: “Em vê mijarê weke berdewama lêpirsîna 34 hempîşeyên me yên di mijdara 2020’an hatibûn binçavkirin dibînin. Bi van êrişên sîstematîk dixwazin xebatên pîşeyî yên parêzeran asteng bikin.” Barişbang kir ku lêpirsîna derbarê hempîşeyên wan de hatiye destpêkirin demildest bê bidawîkirin