Deklarasyona Newrozê eşkere bû: Em tecrîdê bi dawî bikin 2021-03-12 15:31:31     AMED - Hevparên Xebata Tifaqa Kurdistanî di deklarasyona ji bo Cejna Newrozê de eşkere kirin de bal kişandin ser girîngiya yekîtiya kurdan û wiha gotin:"Em tecrîdê bi dawî bikin."   Hevparên Xebata Tifaqa Kurdistanî ya li Amedê li Demir Otela Amedê têkildarî plansaziya pîrozbahiya Newrozê deklarasyon eşkere kirin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydeniz jî beşdar bûn. Di daxuyaniyê de pankartên bi nivîsên "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin bi ser bikevin", "Jin wê bi raperîna xwe agirê Newrozê geş bikin", "Newroz ji bo azadiya gelan doz e ji bo yekîtiya Kurdan soz e", "Agirê Newrozê geş bikin tecrîdê bişikînin" û "2021 Newroz pîroz be" hatin dardekirin. Kurmanciya deklarasyonê Hevserokê Giştî yê  PİA'yê Mehmet Kamaç, tirkiya wê jî Salîha Aydeniz xwend. Di deklarasyonê de hat gotin di her Newrozê de têkoşîna azadiyê ya miletê kurd bi awayekî xurttir û geştir derdikeve holê. Her weha Newroz diyariya gelê Kurd, ji bona hemû gelên mezlum yên li Dinyayê û hemû komên bindest re nîşana azadiyê ye û nîşaneke dîrokî ya tekoşîna li hember zordarî û neheqiyê ye.   Berdewamiya deklarasyonê wiha ye:   "Di dîrokê de, ahengeke piralî û hevsengî di navbera xweza, demsal û mirovahiyê de heye. Hatina biharê, guherîna demsal û xwezayê bandora xwe herî zêde li ser civakan dike. Bi hatina biharê re tengahî û astengiyên civakî hêdî hêdî ji holê radibin. Ji bo wê bi hezaran sal e, hatina biharê bi coşeke mezin û pêşwaziyeke bêhempa ji aliyê gelan ve hatiye pîrozkirin. Hatina biharê xunaviya vejînê li ser gelan dibarîne û dibe mizgîniya siberojeke ronî. Lewre jî bihar Newrozê, Newroz berxwedanê, berxwedan jî azadiyê tîne.   Di rojhilata navîn de, di asya navîn de u gelek deverên cîhanê de bi helwest û bi cureyên cuda cuda Newroz tê pîrozkirin. Lê çi dibe bila bibe Newroz bi sed salaye ku ji Kurdan re bûye cejna netewî. Çirîsên agirê Kawa li çol û çiyayê heremê belav bûn, şewqa agirê Kawa çiya şiyar û rohnî kir. Bi vê şewq û wan çirîsên agirê Kawa êw kesên ku ji ber zilma Dahak reviyabûn, koç kiribûn li hev kom bûn û li ber agirê Kawa Cejna Newrozê afirandin. Reqs û govend li dar xistin, ji wê rojê heta îro ew agir bû roja cejn û azadiyê.. Cejna Newrozê diyariya gelê Kurd e ji hemû gelên heremê re.    Newroz bîranîna vê tekoşînê ye û nîşana kesên di vê tekoşînê da li gel mezlûman tev digerin, piştevaniya heq û dadî dikin. Newroz  her sal di 21'ê Adarê da geşkirina hişmendiya Kawa ye, li hember Dehakên serdemê.   Em Newroza 2021’an, di qonaxeke dîrokî de di nav gelek zehmetî û astengiyan de pêşwazî dikin. Di serdema îroyin de him li cîhanê, him li Rojhilata Navîn û him jî li Kurdistanê, alozî her ku diçe kûrtir, zext û zordariyên Dehaqan zêdetir dibin. Ew hêz dixwazin gelan bifetisînin û desthilatiya xwe qayîm bikin. Ji Efrînê heta Girê Spî, Serêkaniyê û Kerkûkê, ji Rojhilat heta Bakur gelê Kurd bi êrişên giran re rû bi rû ye.   Dixwazin him daxwaza azadiyê ya ku bi ruhê Newrozê re bûye yek, him jî destkeftiyên gelê Kurd ên ku bi têkoşîn û berdelên mezin hatine bidestxistin tune bikin. Tecrîda giran a li ser birêz Ocalan û li tevahiya girtigehan li ser girtiyên siyasi hatiye avakirin, zext û fişarên li ser gelê Kurd û zimanê Kurdî, êrişên li dijî îrade û hebûna Kurdan îro gihiştiye asta herî bilind. Ev tev nîşanên înkarkirina gelê Kurd e.   Bêguman Newroz ji bo miletê Kurd xwedî wateyek pîroz e! Bi têkoşîna Kawayê hesinkar ala Newrozê digehe asta herî bilind. Newroz roja serhildanê ye li hember zordarî, zulm û her cureyê bêmafitiyê ye. Ev bêmafîtî ne qedera me ye, ew zulm û zordariya Dehaq bi gûrzê Kawa hat hilweşandin.   Di her Newrozê de têkoşîna azadiyê ya miletê kurd bi awayekî xurttir û geştir derdikeve holê. Her weha Newroz diyariya gelê Kurd, ji bona hemû gelên mezlum yên li Dinyayê û hemû komên bindest re nîşana azadiyê ye û nîşaneke dîrokî ya tekoşîna li hember zordarî û neheqiyê ye.   Îro li Kurdistanê, polîtîkayên şer û tunekirina miletê Kurd zêdetir dibin. Lê divê em bi rêxistinîbûyîn û bi biryarbûn, xwe li hember van êrîşan her xurt bikin.    Îro em dikarin bi sekna xwe tesîrek mezin li ser qedera xwe bikin û vê bixin pêngavek girîng a destxistina azadiyê. Ji ber vê yekê divê em ji her demê zêdetir bi hev ra, bi fedekarî tev bigerin û berpirsiyariya parastin û pêşvebirina yekitî û hêzbûnê bi cih bînin.   Her weha ji bo xebatên yekîtiya neteweyî yên li Başûr û Rojava yê Kurdistanê divê piştgirî bê dayîn. Her pêngav û hewla netewî gelek bi qîmet e. Yekîtiya neteweyî, ji bo têkoşîna azadiyê pêwist e.   Em dizanin ku pirsgirêka herî mezin a Rojhilata Navîn pirsgirêka Kurd e. Çareseriya vê pirsgirêkê nasîna miletê Kurd û teslîmkirina mafê Kurda ye. Sedemê vê pirsgirêkê yên ku ji çareserî û aştiyê direvin, krîz û pirsgirêkên mezin derdixine holê dîsa ew in.. Newroz ji bo gihaştina van armancan bi mîsyona xwe a dîrokî îlhama herî mezin e.    Bi van hest û nêrînan da em dibêjin; "Em ê bi agirê Kawayê hesinkar govenda azadiyê girê bidin, bi hemû rengên xwe yekîtiyê xurt bikin."   Em Newroza 2021’an bi dirûşma “Em ê bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” pîroz dikin. Newroz cejna xuşk û biratiyê, xemla aştiyê, helwesta yekîtiyê, silava biharê û mizgîniya azadiyê ye.   Newroz li gelê Kurd û hemu Kurdistaniyan pîroz be!   Newroz ji temamê gelên herêmê re pîroz be! "