Berxwedana Êzîdxanê di roja 101’ê de berdewam e 2021-03-12 15:18:10     NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya ku xelkên Şengalê bi armanca destekdayîna Asayîşa Êzidxanê dane destpêkirin, di roja xwe ya 101’ê de berdewam dike. Îro jî bi sedan kesî serdana konê berxwedanê kir û diyar kirin ku heta daxwazên wan bên bicîhanîn, dê çalakiya xwe bidomînin.   Berxwedana Şengaliyan ku li dijî peymana Bexda-Hewlêrê di 2’yê kanûna 2020’î de li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê hatibû destpêkirin, di roja 101’ê de li gel hemû astengiyan didome. Çalakiya bi dirûşmeya “Em hemû asayiş in” tê meşandin, her roj bi komek nû tê domandin. Her wiha bi sedan kes serdana konê berxwedanê dikin û piştgiriyê didin çalakvanan.   Îro jî gelek kesan kom bi kom serdana konê berxwedanê kirin û helwesta xwe nîşan dan.   Endama Partiya Azadiya û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Fehîma Silêman ku ji Rojnewsê re axivî bibîr xist ku ev 101 roje li dijî Peymana 9’ê Cotmehê ku di navbera hikûmeta Iraqê û hikûmeta Hewlêrê de hatibû îmzekirin berxwedanek heye û wiha got: “Em ji bo îradeya xwe di çakalekiyan de ne. Ev çend care em diçin Bexdayê, lê dewleta Iraqê her carê dixwaze me mijûl bike.”   Fehîme da zanîn ku têkoşîna ji bo maf û xaka welat şerefek e û wiha dom kir: “Miletên xwedî xîret dema ku ji bo welatê xwe tiştekî bikin, ew şerefe û xîrata herî mezin e. Ger bi me dayîkan mabe, em carek din nehêlîn destê xayînan dirêjî axa Şengalê  bibe.”