Keça Meryem Soylu: Em ji bo dayika min bi fikarin 2021-03-12 09:08:28   AMED - Meryem Soylu rojên borî hat binçavkirin û girtin. Meryem nexweşa kronîk a astimê ye û keça wê Fatma Soylu diyar kir ku ew ji bo dayika xwe bi fikare.   Di çarçoveya lêpirsîna ku serdozgeriya Komarê ya Amedê li hember Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Xizmên xwe di Derguşa Şaristaniyan de Windakirine (MEBYA-DER) dabû destpêkirin de di 27’ê Sibatê de Hatun Aslan ya 71 salî û Meryem Soylu ya 79 salî ku hatin binçavkirin di 2’ê Adarê de hatin girtin. Ji ber temenê wan şertên girtîgehê ji bo Hatun û Meryemê gelek zehmetin.   Meryem Soylu li navçeya Sason a Êlihê tê dinê. Meryem piştî dizewice 13 zarokên wê çêdibin. Meryem li her derê li dijî zextên dewlet û feodalbûnê li ber xwe dide û têkoşîna xwe didmîne. Sê zarokên wê tevlî HPG’ê dibin. Piştî vê Meryem tevlî têkoşînê dibe. Lê Meryem di 68 salî de bi îdiaya endamtiya rêxistinê tê girtin û 10 salan girtî dimîne. Piştî tê berdan vê carê jî zarokên wê Amîne Kaya û Mehmet Kaya tên girtin.   Meryem sala borî di meha gulanê de tahliye bû. Keça wê Fatma Soylu destnîşan kir ku dayika wê bi awayekî dij hiqûqî hatiye girtin.   ‘Divê dayika min bê berdan’   Fatmayê destnîşan kir ku dayika wê 10 salan girtî maye, vê bandorek mezin li ser wan kiriye û wiha pê de çû: “Herî dawî di serdegirtina MEBYA-DER de hat binçavkirin û em nizanin sûcdarî çiye. Dayika min tu car dest ji têkoşînê berneda. Em nû gihiştibûn dayika xwe, lê dîsa hat girtin. Gelo mirovek 79 salî wê zirarek çawa bide dewletê? Divê dayika min demildest bê berdan. Di 2009’an de birayên min Saît Soylu (Berxwedan Amed) û Alî Soylu (Berxwedan Amed) şehîd ketin. Piştî birayên min dayika min pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî jiyan.”   ‘Ez tu car ji bîr nakim’   Fatmayê daxuyakirin ku xuşka wê Zarîfe jî jiyana xwe ji dest dide û wiha pê de çû: “Xwişka min Zarîfe Soylu (Birîndar Amed) şehîd ket. Me wê demê got em ji dayika min re nebêjin. Lê dayika min ji nûçeyan hîn bibû. Piştre nexweşiyên giran jiya. Emelyet bû. Dema emelyatê demekê li nexweşxanê ma. Li nexweşxanê jî rastî pêkanînên nebaş hat. Ez tu car ji bîr nakim.”   ‘Ma ne gunehe?’   Fatmayê dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku dayika wê sala borî hatiye tahliyekirin û piştî vê dereng hînê jiyana derve bû û wiha dawî lê anî: “Dayika min nexweşa giran a astimê ye. Divê li cihên girtî nemîne. Gelo çi karê dayikek di vî temenî de li girtîgehê heye. Ma ne gunehe?Em ji bo dayika xwe bi fikarin. Divê demildest dayika min bê berdan.”