Parastina cewherî bi kar anî, derbarê wê de doz hat vekirin 2021-03-12 09:05:02   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Burcu Oz li dijî mêrê bi navê Furkan Tokal ku hewl dabû êrîşa zayendî lê bike, parastina cewherî pêk anî. Burcu got piştî gilîkirinê gumanbar hatiye berdan lê der barê wê de ji qestî kes birîndarkirin doz hatiye vekirin. Burcuyê bertek nîşan da û got nafikirin ku jin jî xwe diparêzin.   Di meha cotmehê de mêrê bi navê Furkan Tokal ku karê tamîrkirina avahiyê dikir, hewl da li Burcu Oz êrîşa zayendî pêk bîne. Burcu parastina cewherî pêk anî û bi kêrê ew birîndar kir. Burcuyê der barê gumanbar de gilî kir, biryara durxistinê girt.  Burcuyê tiştên jiya vegot.   ‘Li deriyê kesên tenê li malê ne xistiye’   Burcuyê got ji bo gilî bike çûye qerekolê û got: “Ez hatim malê cîran hatin. Cîranan got gumanbar li deriyê kesên ku tenê li malê bûne xistiye. Kamera li ber deriyê min heye. Kamera boyax kiriye. Ji avahiyê jinek jî kaşî cihekî bêdeng kiriye. Min gilî kir. Ji bo min biryara parastinê derket. Piştre Yekîneya Şîdeta Nav Malbatî ya Miûriyeta Bayrakli geriya. Gotine belkî mijara malbatiye. Ji bo numareya Furkan Tokal piştrast bikin geriyabûn. Min bûyer ji wan re jÎ vegot. Gotin xwe negîhandine gumanbar. Teblîga durxistinê negihiştibû gumanbar. Ji bo wê hewl dane.”   ‘Malbat cihê gumanbar dizane’   Burcuyê destnîşan kir ku potansiyela gumanbar a êrîşî zarok, astengdar û kal û pîran bike heye û wiha berdewam kir: “Dîroka runiştinê ne diyare. Ji dozgerî an jî ji cihekî din teblîgat nehatiye. Xizmên wî hatin lêborîn xwestin. Gotin ji bo pêşeroja zarok giliyê xwe şûnde bikşînin. Min jî got divê bê dermankirin. Ew 21 saliye wî gunehe, ez jî 44 salî m emin jî ne gunehen.Belkî ez her tim travmayê bijîm. Malbat cihê wî nizane. Ji ber ku berê malbatê ew biribûn cem polîs.”   Burcuyê daxuyakirin ku der barê wê de ji sûcê ‘ji qestî kes birîndarkirinê’ doza cemawerî hatiye vekirin û ev tişt got: “Ez hem di rewşa gumanbar hem jî mexdur de me. Dema polîs gumanbar nîşanê min da ez şok bûm. Ji Fîrmaya Puzzle kesek hatiye li min pirsî ye. Ji ber xizmê hevkarekî fîrmayê ye. Wekê ku min xwestiye nîşan dane. Ez tenê dijîm. Ez genelevê de jî bixebitim ev mafe, qanûnên we ev in.”   Li qerekolê sûcdar hat dîtin   Burcuyê got li qerekolê wek sûcdar hatiye dîtin û got: “Bûyer diyare. Pirsên rast bipirsin bersivên rast bigirin. Ji xwe ez travmayê dijîm. Ne pêkane ez wê demê her tiştî bibîr bînim. Ez nebirim Tipa Edlî jî. Gotin biçe rapora derbkirinê bixwe bigire. Ez çûm Nexweşxana Dewletê ya Çîglî. Min got ez rapora derbkirinê digirim. Kes bi min re nehat. Ji ber parastina cewherî bû min parêzer jî nebir. Ez tenê çûm. Doktor eleqeder nebû. Piştî min got li min mêze kir.”   'Nafikirin ku jin jî xwe diparêzin'   Burcuyê got ku nafkirin ku jin jî xwe diparêzin û ev tişt vegot: “Tiştekî ez bikim tunebû. Min bi lez hewl da xwe xilas bikim. Psîkolojiya mirovan nafikirin. Her kes dikare bertekên cuda nîşan bide. Divê polîs perwerda psîkolojîk bigirin. Polîsê lêpirsîn dike divê perwerdê bigire. Polîs der barê peymana Stenbolê de tiştekî nizanin. Belkî ez jî bibûma yek ji jinên hatine qetilkirin. Kesê hewl dide tecawiz bike bi şerta kontrola edlî tê berdan. Divê peyaman Stenbolê pêk bê. Divê hemû jin parastina cewherî bizanibin. Fêr bibin. Kesekî psîkolojiya wî xerabe nikare min têk bibe. Ez têk naçim. Her tim jî bi vê bawerim.”