Dayika Mehmet ê girtî Perî Denîz: Tecrîdê bi dawî bikin 2021-03-12 09:04:02   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Dayika Mehmet Denîz ê ku ji 16 saliya xwe di girtîgehê de ye Perî Denîz, bang li her kesî kir ku xwedî girtiyan derbikevin û got: “Divê bi taybetî em malbat dengê girtiyan bibihîzin. Daxwazên xizm û zarokên me daxwazên me ne bila tecrîda li ser serokê me bi dawî bikin û wî berdin. Em ê li her derê bibin dengê zarokên xwe.”   Zext, zordarî û gefên li ser girtiyan roj bi roj her ku diçe zêde dibin.  Bi taybetî jî bi girankirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re li girtîgehan rewş girantir bû. Ji bo rakirina tecrîdê û binpêkirina mafên girtiyan li girtîgehên Tirkiye û heremê girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kir. Çalakiya girtiyan di roja 106'emîn de berdewam dike.  Yek ji van girtiyan jî Mehmet Denîz ê ku di sala 2016’an de hat girtin û 128 sal cezayê giran lê hatiye birîne. Mehmet 5 sal û 3 meh in di girtîgehê de ye. Mehmet ê ku li Girtîgeha  Tîpa T’ya Şirnexê dima, piştre sirgûnê Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Wanê hat kirin û niha li heman girtîgehê girtî ye. Dayika Mehmet Denîz Perî denîz diyar kir ku kurê wê di 1’ê Adara 2019’an de jî tevli greva ku di pêşengiya Hevseroka KCD'ê û parlamenera Colemêrgê Leyla guven de jî hatibû destpêkirin bûye û niha  jî ketiye gireva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger ku ji 27'ê Mijdara 2020'î de dest pê  kiriye. Perî  bi taybetî bang li dayikan û li her kesî kir ku dengê girtiyan bibihîzin.      ‘Divê em li hemberê zilmê bêdeng nemînin’   Perî ya 75 salî, anî ziman ku zarokên wan îro bi awayek bêsûc di girtîgehan de tên girtin u got: “Kurê min Mehmet ev 5 sal û sê mehin girtî ye. Ev saleke em nikarin biçin hevdîtinê. Tu wîcdanê wan tune ye. Tu hêviya me ji dewletê tune ye. Hêviya me bi tenê ji dayikan heye. Bila hemû dayik ji bo zarokên xwe rabin ser piyan. Zarokên me îro bêsûc di girtîgehan de tên darizandin. Bila ne tenê dayik hemû kes xwedî li girtiyan derbikeve û li daxwazên wan derkevin. Kezeba me dayikan dişewite. Me zarokên xwe 9 mehan di zikên xwe de xwedî kirin û bi zahmetî mezin kirin, lê belê îro di girtîgehan de tên girtin. Ger em xwedî zarokên xwe dernekevin dê tu kes xwedî wan derneyê. Em kurd tu carî zilmê qebûl nakin û divê em îro jî li hemberê vê zilmê derbikevin.”   ‘Zarokek dikare çi sûcî bike?’   Perî, diyar kir ku kurê wê hîn 16 salî bû û zarok bû hatiye girtin û wiha pêlda axaftina xwe: “Sûcê zarokekî çi ye? Zarokên me çi bi wan kirine? Zarokek dikare çi sûcî bike? Mirov zarokekî çawa dikare bike girtîgehê. Ji ber temenê wî hîn zarok bû salekê di girtîgeha Şirnexê de ma û piştre sirgûnê girtîgeha Wanê hat kirin. Em ji ber rewşa zarokên xwe gelek bifikarin. Hemû girtî girtî zarokên me ne. Îro roj roja xwedîderketina li girtiyan e. Îro bi hezaran zarokên me di navbera çar dîwaran de ne. Ez bang hemû dayikên çar aliyê Kurdistanê dikim rabin ser piyan. Ji ber ku zarokên me kurd in tên girtin. Bi salan  wan di girtîgehan de digirin. Em bi telefonê pê re dixivin. Hevdîtina vekirî bi hinceta pandemiyê tune ye. Em ji rewşa wî bi fikar in herî dawî diyar kiribû ku diranê wî diêşe.”   ‘Ev 23 salin Serokê me kirine bin tecrîdê’   Perî, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îro ji bo ev bêhiqûqî û neheqî bi dawî bibe zarokên me carekedin bedenên xwe dane ber birçîbûnê. Zarokên me di girtîgehan de bêxwedî mane. Hêviya me heta îro ji dewletê çênebûye. Ger ku hêviya me ji dewletê hebûya dê ew qas ceza nedana zarokên me. Divê em malbatên girtiyan deng bidin dengê girtiyan. Em vê bêhiqûqiyê qebûl nakin. Bila daxwaziya zarokên me bi cih bînin. Bila Serokê me berdin. Çi mafê wan heye Serokê me kirine bin tecrîdê. Ev 23 salin Serokê me kirine bin tecrîdê. Em dixwazin Serok û girtiyên me hemû yan berdin. Bi girankirina tecrîdê li ser girtiyan rewş girantir bûye. Banga me ji hemû dayik û gelê kurd ew e ku derbikevin û ji bo zarokên xwe bang bikin. Em ji bo zarokên xwe divê edaletê bixwazin. Divê em li her derê bibin dengê zarokên xwe.”