ROJEVA 12'YÊ ADARÊ 2021'Ê 2021-03-12 09:00:54   * "Di hunerê de cihnegirtina jinan a di dîroka hunerê de, di 1971’ê de bi gotara Lînda Nochlîn a bi navê ‘Çima  hunermendên mezin yên jin tune?’ dest pê dike. Nochlîn di gotara xwe de hunerê nîqaş dike. Li gorî Nochlîne, hilberîna hunerî di nav xwe de hebûna zimanekî bi biryar pêwist dike. Ev jî girêdayê tecrubeyeke dem dirêje. Dema mirov wek karê jin û mêr ji hev veqetînin ev nav demê de ji derveyê nasnameya siyasetê dimîne." NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ    *Koordînatora SAMER’ê Yuksel Genç da zanîn ku rêjeya întîxarên li Tirkiyeyê her diçe zêde dibe û bi taybet li herêmê hîn bêtir zêde bûye. Yukselê destnîşan kir ku Amed di alî mirinên biguman yên jinan de di rêza 3’emîn de cih digire.    *Dayika Mehmet Denîz ê ku ji 16 saliya xwe di girtîgehê de ye Perî Denîz, bang li her kesî kir ku xwedî girtiyan derbikevin û got: “Divê bi taybetî em malbat dengê girtiyan bibihîzin. Daxwazên xizm û zarokên me daxwazên me ne bila tecrîda li ser serokê me bi dawî bikin û wî berdin. Em ê li her derê bibin dengê zarokên xwe.” DÎMEN HEYE   *Cenazeyê Zeydan Yanar ê di berxwedana rêveberiyên xweser a Geverê de jiyana xwe ji dest dabû 6 sal in nehatiye dîtin. Hemû hewldanên malbatê bê encam man û dayika wî Sabîha Yanar diyar kir ku cenazeyê kurê wê di bin avahiyên Geverê de ne û daxwaz kir ku demildest cenazeyê kurê wê bê dîtin. DÎMEN HEYE   *Burcu Oz li dijî mêrê bi navê Furkan Tokal ku hewl dabû êrîşa zayendî lê bike, parastina cewherî pêk anî. Burcu got piştî gilîkirinê gumanbar hatiye berdan lê der barê wê de ji qestî kes birîndarkirin doz hatiye vekirin. Burcuyê bertek nîşan da û got nafikirin ku jin jî xwe diparêzin. DÎMEN HEYE   *Meryem Soylu rojên borî hat binçavirin û girtin. Meryem nexweşa kronîk a astimê ye û keça wê Fatma Soylu diyar kir ku ew ji bo dayika xwe bi fikare. BI DÎMEN   *Emîne Şenyaşar ji ber bêedaletiyê li ber deriyê Edliyeya Rihayê dest bi nobeta edaletê kir. Emîne destnîşan kir ku ji ber bêedaletiyê ser hemû sûcan tê girtin û got:"Heta ku edalet pêk neyê ez ê ji vir neçim." BI DÎMEN