Li Dêrikê zarokek bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest da 2021-03-11 17:25:37     MÊRDÎN - Li navçeya Dêrikê a Mêrdînê xwendevana Dibistana Amedeyî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.   Li gundê Kotê ya girêdayî navçeya Dêrika Mêrdînê ye zaroka bi navê Îdî Burke (17) a ku xwendevana Dibistana Amedeyî bû bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest da. Ligel ku qedexe ye jî malbata wê "Testa bekaretê" pê dide kirin. Di 8’ê adarê de bavê wê ji bo azmûna lîseyê wê dibe dibistanê û piştî azmûnê wê careke din vedigerîne malê. Di saetên êvarê yên heman rojê de hat îdiakirin ku Îdî bi çekê dawî li jiyana xwe aniye.