Starta Newrozê sibê tê dayîn 2021-03-11 16:03:20     NAVENDA NÛÇEYAN - Îsal bi dirûşma “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser kevin” pîrozbahiya Newrozê dê bên lidarxistin. Sibê wê li Amedê bernameya Newrozê were eşkerekirin.   Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û partiyên siyasî yên di Xebata Tifaqa Kurdistanî de cih digirin, wê sibê starta pîrozbahiya Newroza 2021’an bidin. Dirûşma Newroza îsal wek “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser kevin” hat diyarkirin. Agirê Newrozê wê li 30 bajêr û 61 navçeyan were pêxistin.    Pîrozbahiya ewilî ya Newrozê wê li navçeya Xelfetî ya Rihayê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye were lidarxistin. Pîrozbahî wê heta 22’yê adarê berdewam bikin. Li Stenbolê wê Newroz di 20’ê adarê de were pîrozkirin û li Amedê jî ku salên bihûrî şahidiya beşdariya bi milyonan kes kir wê di 21’ê Adarê de were pîrozkirin.     Sibê wê li otelek Amedê starta pîrozbahî ango bernameya Newrozê were dayîn. Her wiha di civîna sibê wê danasîna stran ango klîba “Dîsa li Newrozan” ya ji aliyê hunermendên kurd ve hatiye amadekirin were kirin.