Jinên Beyrûtî 8'ê Adarê pîroz kirin 2021-03-09 15:34:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Beyrûtê bi munasebata 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê ji aliyê Meclîsa Jinê ya PYD'ê û Kongreya Star çalakî hat lidarxsitin.    Li Paytexta Lubnanê ya bi navê Beyrûtê bi munasebeta 8'ê Adarê Meclîsa Jinê ya PYD'ê û Kongreya Star do çalakiyek hat lidarxistin. Li ber Avahiya Komîsertiya Bilind a Neteweyên Yekbûyî jinan bi cilên xwe yên gelêrî çalakî li dar xistin. Rêveberên Komeleya Jinê ya Jîn, Komeleya Civakî û Çandê ya Newrozê, Komeleya Yekîtiya Jinê ya Werde Butrus li  çalakiyê amade bûn.    8'ê Adarê roja serîhildana jinê    Axaftinên girîng di çalakiya ji bo 8'ê Adarê de hatin kirin. Di axaftinan de jinan bal kişandin ser destkeftiyên jinan ên li dijî zihniyeta mêr û hat gotin 8'ê Adarê roja serîhildanê ye.   Piştre Hevrîn Xelef , Sakîne Cansız , Arîn Mirkan ên ji bo parastina mafê jinê canê xwe feda kirin hatin bîranîn.    Çalakî piştî axaftinan bi stran û govendê bi dawî bû.