Lêgerîna tazî li jinên ku tevlî meşa şevê bûbûn hat ferzkirin 2021-03-11 15:33:39     STENBOL - Hat diyarkirin ku li jinên ku tevlî Meşa Şevê ya Femînîst bûbûn û ji ber dûrişmeyên ku berz kiribûn hatibûn binçavkirin, lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin.    Lêpirsîna jinên ku tevlî Meşa Şevê ya Femînîst bûbûn û ji ber dûrişmeyên ku berz kiribûn, bi angaşta “heqareta li serokkomar” hatibûn binçavkirin, li dozgeriyê didome. Komîteya Jinan, bi parvekirina ku bi etîketa “Di 8’êAdarêdeLêgerînaTazî (#8MartaÇıplakArama)” kir re ragihand ku di binçavan de lêgerîna tazî li 2 jinan hatiye ferzkirin.    Hat hînbûn ku derbarê keça Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan Zelal Bûldan de jî biryara binçavkirinê hatiye dayîn. Hat diyarkirin ku ji bo îfade dayînê bangî Zelal Bûldan kirine ku bçe edliyeyê.