Çalakiya xelkê Şengalê 98 roj in didome 2021-03-09 15:28:38   ŞENGAL - Li dijî peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê de û ji bo xwedîderketina Asayîşa Êzidxanê, xelkê Şengalê çalakiya nobetgirtinê dabûn destpêkirin. Çalakî 98 roj in didome.    Xelkê Şengalê, li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê û ji bo xwedîderketina li Asayişa Êzidxanê, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê bi dirûşma “Em hemû asayiş in” kon vedan. Çalakî 98 roj in berdewam dike.