TJK-E: Dema xwedîderketina li Şengalê ye 2021-03-11 15:19:24     NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E'yê bang kir ku di serî de jinên kurd, Gelê Kurd, raya giştî ya demokratîk û tevgerên jinan xwedî li Şegalê derkevin.   Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), ji bo Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku li dijî gef û îhtîmala êrîşê ya hikûmeta Iraqê ya li ser Şengalê banga xwedîderketina li Şengalê kir.    TJK-E'yê, fermanên beriya niha yên li ser êzidiyan, fermana 72'yan a bi destê DAÎŞ'ê ya li ser Şengalê bi bîr xist, têkilî êrîşên niha yên li ser Şengalê wiha anî ziman: "'Êrîş niha bûye xwedî hêleke dî. Rêveberiya Xweser a Şengalê dibe hedef. Peymana ku mehên borî di navbeyna Bexda-Hewlêrê de hatî danîn lê di plana pişt û berfireh de dewleta Tirk jî di nav de ye, peymaeke ku hêzên navnetewî jî di nav de ne, bi vê çarçoweyê ye.''   TJK-E'yê diyar kir rêveberiya xweser a Şengalê ku bi berdêlên mezin hatiye avakirin nayê dîtin, tê ferzkirin ku hêzên asayîşê dewrî Iraqê bikin û wiha hat diyarkirin: ''Ev ferzkirin rê li fermanên nû vedike, êrîşên nû yên dagirkirinê dipejirîne û bang li êrîşên nû yê dagirkirinê dike.''   TJK-E'yê bang li hikûmeta Iraqê, hêzên siyasî yên herêma Kurdistanê û hêzên navnetewî kir ku vîna Şengalê nas bikin, bersiv bidin banga diyalogê ya rêveberiya Şengalê.   TJK-E'yê wiha dawî li daxuyaniya xwe ya nivîskî anî: "Dema xwedîderketina li Şengalê ye. Di serî de jinên kurd, Gelê Kurd, em bang li raya giştî ya demokratîk û tevgerên jinan dikin ku li vîna Şengalê xwedî derkevin.''