Dîlan ji gelek rengan pêk dihat lê dil, hêvî û têkoşîn yek bû 2021-03-09 15:12:14   Sema Çaglak   AMED - Jinên ku hatibûn qadê dîlana wan ji gelek rengan pêk dihat lê dilê wan yek, heviya wan yek û têkoşîna wan yek bû. Jinan bi sedemên cûr bi cûr wateya hebûn û xwebûna xwe destnîşan kirin. Di çav û kenê jinan de qirîna "em li vir in" hebû. Tenê çirûskek bes bû ji bo serhildana jinan.    Xerca jiyanê ku bi ked û hilberîna jinê hatiye afirandin îro di nav pergalekê kapîtalîst, modernîst û zayendperest de xwe berdewam dike. Li dewsa jiyanek wekhev û azad, li jinan bindestî û koletî hatiye ferzkirin. Lê belê bi hezaran salan e jin li pey kodên jiyanek azad in. Ji bo vê hêvî dikin, difikirin, dimeşin, diqîrin û têdikoşin. Ango jin ji bo rê û rêbazên wê jiyanê hertim di nav liv û tevgerê de ne. Wekî her sal, îsal jî li seranserê cîhanê bi sedhezaran jin di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ji bo aştî, wekhevî, azadî, demokrasî û bidestxistina mafên xwe daketin qadan.    'Jinan bi reng û xemla xwe dilan geş kir'   Bi rojan e jinên ku li herêmê di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de xwe birêxistin kirin bi hemû hêz û coşa xwe tax bi tax kolan bi kolan geriyan, xebatên di çarçoveya 8'ê Adarê de meşandin û jin vexwendin qadan. Li Hemê, li Tirkiyê û li gelek welatên cîhanê, jinan bi reng û xemla xwe berxwedan geş kirin. Li Amedê jî jinan di pêşengiya  Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKP) de bi dirûşma " Em li dijî qirkirina jinê jiyanê, li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin" di 1'ê Adarê de starta xebatên xwe dan. Ji wê rojê şûnde jin bi hêz û coşek mezin bi jinan re hatin gel hev û her roj li qadan cûrbecûr çalakî li dar xistin.    Jin bi cil û bergên xwe yên kurdî daketin qadan   Roja mîtînga Amedê ya girseyî ku jin bi rojan li bendê bûn, li ser kolana Gevranê ya Ofîsa Yenîşehîrê jin li gel hev kom bûn.  Jinên ku li hev kom bûn heta qada îstasyonê bi dirûşm û tililiyên xwe meşiyan. Jinên ku bi cil û bergên xwe yên kurdî rengê xwe dan kolanan bala her kesî kişandin ser xwe. Her wiha hemû rêyên ku diçin qada Îstasyonê hatibûn dorpêçkirin. Jin di 4 nokteyên cuda re derbasî qada mîtîngê bûn. Dema polîsan li nokteyan lêgerîn dikin dem bi dem di navbera jinan û polîsan de rageşî derdiket. Polîsan di lêgerînê de kodê HES'ê ji jinan xwest û yên ku koda HES'ê nîşan nedan jî bi hinceta ku qod tune ye derbasî qada mîtîngê nedikirin. Ji ber koda HES'ê di navbera dayik û polîsan de gengeşî û nîqaş pêk hatin. Lê piştî nokteyên lêgerînê jinan bi dovîz pankartên xwe ketin qada mîtîngê.    Jinan qada Îstasyonê bi rengê kesk, sor, zer, xemrî û spî xemilandin. Bi pankartên xwe yên wekî “Em li her derê ne, em ê serdestiya mêr têk bibin", "Bijî 8'ê Adarê", "Ji bo azadiya jinan, destpêkê edalet" vekirin. Her wiha bi dovîzên xwe bi tilîlî û dirûşmên xwe yên wekî "Jin jiyan azadî" , "Jinên ciwan dimeşin erd û ezman dihêje" û "Bijî berxwedana zindanan" herikîn qada mîtîngê.   Em li vir in !   Tofana şewba koronayê ku li seranserê cîhanê bibandor bibû bêguman herî zêde li ser jinan bandoreke neyînî pêk anîbû. Jinên ku ji ber pandemiyê nikaribûn zêde nêzî hev bibin di mîtîngê de hemû coş û kelecana xwe bi hev re parve kirin. Bê navber govend gerandin û dirûşmên azadiyê berz kirin. Dîlana jinan ji gelek rengan pêk dihat, lê dilê wan, hêviya wan û têkoşîna wan yek bû. Jinan bi cûr bi cûr sedeman wateya hebûn û xwebûna xwe destnîşan kirin. Di çav û kenê jinan de qirîna "em li vir in" hebû. Tenê çirûskek besî bû ji bo serhildana jinan.    Jinan bi reng û dengê xwe qad kirin cihê têkoşîne   Di nav çoş û heyecana jinê de tu rûdan nehatibûn jibîrkirin. Wekî min li jor jî anibû ziman gelek sedem hebûn ku jin dakevin qadan. Hemû sedem li ber çavan bûn. Bi pankartan, bi dirûşman, bi flama û dîlana xwe... jin ji bo Gulîstan Doku ya ku ji 5'ê Çileya 2020'î de agahî jê nayê girtin, bi pankarta "Gulîstan Doku li ku ye" li qadê bûn. Jinên kurd bi dirûşma "Nasnameya me û zimanê me hebûna me ye" li qadê bûn, Jinên ciwan bang dikirin û digotin " Em zanîngehên jinan naxwazin" li dijî fikra jina îteatkar li qadê bûn. Jinên LGBT'î flamaya keskesorê rakirin û ji bo êrîşa li dijî nasnameya xwe li qadê bûn. Ango jin bi hemû reng û dengên xwe li dijî tundî, zayendperestî, neteweperestî, serdestî, kedxwarî, metingehî û newekheviyê qad veguherandin cihê têkoşîne.   Tirêjên azadiyê her ku diçe nêz dibin   8'ê Adarê raperîn û serhildana jinan e. 8'ê Adarê wergirtina mîrateya têkoşerên jin e. Biryardarî û israrbûna li qadê hêvî û bawerî dida meriv. Wê coş û kelecanê jî hêza jinan zêdetir dikir. Di têkoşîneke ji bo jiyanek azad de hêvî ji serkeftinê mezintir e. Ew têkoşîn û israr nîşan dida ku her diçe tîrêjên rojê nêz dibin û pêre azadî jî nêz dibe.