Çalakiya greva birçîbûnê 103 roj in didome 2021-03-09 09:04:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan li girtîgehan hatibû destpêkirin bi koma 21'emîn di roja 103'yemîn de berdewam dike.    Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin ji aliyê koma 21'emîn ve 103 roj in berdewam dike.     Duh bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê jinên girtî bi peyamên ku şandin gotin, "Heta ku li zindanan tecrîd bi dawî bibe em ê çalakiya xwe bidomînin. Dema ku em di vê de bi ser kevin em ê bi Rêbertiya xwe re jî bibin rêheval." Herwiha li qadan jî jinan banga xwe ya deng bidin grevên birçîbûnê dubare kirin.