‘Tenê di 2019’an de me 36 serlêdan girtin’ 2021-03-09 09:02:48   ENQERE - Endama MYK ÎHD’ê Nîlay Nayman da zanîn ku her çiqas ji aliyê rayedarên desthilatdariyê ve bên înkarkirin jî, di 2019’an de der barê lêgerîna tazî de 36 serlêdan girtine lê hemû bi neşopandinê bi encam bûne.   Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan roj bi roj zêde dibin. Lê ji van binpêkirinan ya herî dawî ku van roja ketiye rojevê "lêgerîna tazî" ye û ev jî ne  tiştekî nû ye. Di rojên borî de parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergeroglu îşkenca lêgerîna tazî ku, anî rojevê diyar kir ku ji doza endamtiya cemaatê ya Uşakê nêzî 30 jinên hatine binçavkirin lêgerîna tazî li wan hatiye kirin. Heman pêkanîn li hember xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî jî hat kirin û herî dawî jî hevşaredara Colemêrgê ku qeyûm tayînê şûna wê bibû, Dîlek Hatîpoglu  îşkenceya lêgerîna tazî lê hatibû kirin.   Serokwekîla Koma AKP’ê Ozlem Zengîn pêkanîna mijara gotinê înkar kir û jin hedef girtin. Lê gelek jinan gotin ku ev îşkence li wan hatiye kirin. Endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) parêzer Nîlay Nayman da zanîn ku bi serlêdanên li ÎHD’ê hatine kirin jî ev pêkanîn tespît kirine û di 2019’an de li 26 girtîgehên cuda li girtiyan lêgerîna tazî hatiye kirin û der barê van pêkanînan de 36 serlêdan li komeleyê hatine kirin. Nîlayê daxuyakirin ku daneyên 2020’î ne tevlî vê ne û got dibe ku hejmar hîn bêtir zêde be.   Nîlay Nayman der barê lêgerîna tazî de ku bandorek çawa li ser girtiyan dike, nirxandin kir.   *Beramberê lêgerîna tazî di destura bingehîn de heye an na; Yanî ev rewş hiqûqiye an na?   Lêgerîna tazî, pêkanînek di mevzuata qanûnî de ewil di tuzukê piştre di rêziknameyê de, pêk tê ye. Yanî di qanûnê de tune ye. Lê îşkenceya lêgerîna tazî di çarçoveya qexeyayê de ye û maf û azadî li gor Destura Bingehîn ancax bi qanûnê dikare bê sînorkirin. Jİ ber di qanûnê de sînorkirinek wisa tune ye, pêkanîneke ku aliyê wê yê hiqûqî tune ye û li dijî Destura Bingehîn e.  Di 17’emîn xala Destura Bingehîn de di xala 3’emîn a AÎHS’ê de jî heye. Ji bo lêgerîna tazî bidawî bibe divê gumanbar bên darizandin. Divê lêpirsîn û darizandinek bi bandor bê kirin. Lê mixabin li Tirkiyeyê kes ji vî sûcî nayê darizandin.   Di îşkenceyên fîzîkî û di rewşên ku rapora derbê mijarê de hatiye girtin de jî serlêdanên sûc mixabin ji ‘birîndarkirina hêsan’ an jî ‘xirab bikaranîna peywirê’ tên girtin. Bi encamên wekê taloqkirina ceza tên girtin. Yanî gumanbarên van sûcan nayên cezakirin û jiyana xwe didomînin. Ji ber vê jî darizandin nagihêje encama xwe. Girtiyên li dijî vê derdikevin jî ji sûcê ‘nahêlin peywir bê kirin’ tên cezakirin. Cezayê ragîhandinê tê dayîn. Cezayên dîsîplînê tên dayîn. Kesên li dijî lêgerîna tazî li ber xwe didin tên cezakirin. Lê gumanbar bê ceza tên hiştin.   *Di demên dawî de der barê lêgerîna tazî de serlêdanên ji bo ÎHD’ê çêbûn gelo, daneyên rojevî hene di dest we de?   Der barê lêgerîna tazî de serlêdanên ji bo ÎHD’ê her tim hebûn. Lê di demên dawî de hat rojevê û ji aliyê parlamenterên AKP’ê ve li meclîsê hat înkarkirin, redkirin. Li ser vê bi nameyan serlêdan zêdetir bûn. Bi taybet mirovên ku di bin çavan de, li girtîgehan rastî lêgerîna tazî hatine gelek zêde ne. Rapora me ya 2020’î hîna ne amade ye. Lê di 2019’an de bi giştî li 26 girtîgehan 36 serlêdan hene. Em wek ÎHD’ê piştî van serlêdanan agahî didin Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê. Em dixwazin ku biçin serdana girtîgehan. Em dibêjin ku biçin girtîgehan lêkolîn bikin ku ev pêkanîn didomin an na, lêgerîn çawa pêk tên û dibêjin ku ev li dijî rumeta mafên mirovan e.  Em der barê rewşên li girtîgehê de ji wezareta Dadê dixwazin biçin û lêkolînê bikin. Ji ber ku ev lêgerîna tazî êdî stematîk bûye. Bê îstîsna girtiyên ku tên girtin rastî pêkanîna lêgerîna tazî tên.   Yanî ev pêkanîn ne ku ji ber hinek gumanên spesîfîk pêk tên an jî li ser tedbîra ewlehiyê pêk tên. Ev demek dirêje ev pêkanîn heye lê di demên dawî de li Tirkiyeyê ket rojevê. Hema hema li hemû girtiyan ev pêkanîn tê kirin. Ji ber vê divê wezareta dadê vê kontrol bike. Serlêdanên me di vê mijarê de tên kirin. Lê mixabin em ne ji wezareta dadê û ne jî ji komîsyona lêkolînê ya meclîsê bersivê digirin. Serlêdanên me bi neşopandinê bi encam dibin. Em hewl didin ku bibin Dadgeha Destura Bingehîn.   *Dema serlêdan tên hun çi dikin, pêvajo çawa dimeşe?   Em ÎHD legerîna tazî, wek şîdeta zayendî û psîkolojîk bi nav dikin. Em dinêrin ka rapora derbkirinê girtine an na û li dijî vê serlêdana sûc dikin. Piranî girtî ji ber li dijî vê pêkanînê dertên rastî derbkirinê tên. Lê piranî girtî nikarin ji bijîşkên revîrê rapora derbkirinê bigirin. Carna girtiyan nabin revîrê an jî nexweşxanê. Mînak sala borî li girtîgeha Afyonê mijarek wisa pêk hat. Me bi Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) re raporek berfireh ji raya giştî re daxuyand. Li girtîgeha Afyonê ev tişt pêk hatibû: Girtîgeh nû vebibû. Li girtigehê hîna revîr tunebû. Doktor tunebû. Girtiyên li dijî lêgerîna tazî derketibûn hatibûn derbkirin. Girtiyan serî li me dabûn. Rapora derbkirinê negirtibûn. Ji ber vê aliyên şîdeta fîzîkî derneketin holê. Serlêdana me ya sûc bi neşopandinê bi encam bû. Me serî li Dadgeha Destura Bingehîn da.   *Serlêdanên sûc çawa bi encam dibin?   Em delîlan kom dikin. Bi taybet rapora derbkirinê girînge, em bi vê serlêdanê dikin û dibêjin bila gumanbar bê cezakirin. Lê mixabin gelek caran dozger rêveberiya girtîgehê diparêze. Ji ber vê carna dîmenên kamerayê jî nayên kontrolkirin û biryara neşopandinê tê dayîn. Yanî delîlên em dixwazin bên lêkolînkirin jî nayên komkirin.   *Di demên dawî de li hember xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî ev pêkanîn pek hat. Hun vê çawa dinirxînin?   Ev ne a ewil ne jî ya dawî ye. Lêgerîna tazî bi armanca îradeya kes tune tê kirin tê kirin, kesê îşkence lê bê kirin, travma dijî. Ji ber xwendekaran muxalefetî kir rastî pêkanînek wisa hatin. Ji bo îradeya wan tune bihesibinînin wisa kirin. Lêgerîna tazî ji bo kes pasîf bikin dixin dewrê. Li girtîgehan jî bi vê armancê pêk tê.   *Hun vê pêkanîna ku li dij rumeta mirovan e ku evqas belav bûye çawa dinirxînin?   Di mehên borî de ev pêkanîn li 20 jinên ji doza Feto ya li Uşakê hatibûn binçavkirin hat kirin. Piştre li xwendekarên zanîngeha Bogazîçî hat kirin. Esasa mijarê ne 20 jin ne jî xwendekarin. Ev pêkanîn li her qadê pêk tê. Lê nû tê rojevê. Tevî ku mirov ji vê rewşê şerm dikin jî êdî tînin ziman. Heta îro zêde ev pêkanîn nedihat gotin, ji ber aliyê civakî li dijî vê serhildanên xurt nedikirin. Tevî ku bi salan bû ev dihat jiyîn, dihat ziman jî kesekî dengê xwe dernedixist.   *Tevî evqas belge, serlêdanên sûc, desthilatdarî çima înkar dike gelo?   Ji ber sûc qebûl bikin, wê bibin gumanbarên sûc. Êdî her kes evqas bi polîsan re hat rû hev ku der barê gelek kesî de lêpirsîn tên meşandin. Ji ber vê jî sedema ku pir zêde hatiye rojevê û meclîsê ev e. Bêguman hewldana parlamenteran a di vir de girînge. Dema ev rewş anîn meclîsê hat redkirin. Ozlem Zengîn got tiştek wisa tune ye, ger ku hebûna wê berê bihata gotin. Mixabin derfetên girtiyan tune ne ku di nav çar dîwaran de xwe bigihînin delîlan. Ji ber vê libedemayîn ispatkirinê gelek komîke. Ez ji gotinên Ozlem Zengîn wek jinekê şerm dibînim. Jin an jî mêr ferq nake. Lêgerîna tazî li dij rumeta mirovan e.Ev êrîşeke li hember karekterê mirovan e.