ROJEVA 9'Ê ADARA 2020'Î 2021-03-09 09:00:00   * Zehra Arslan a ku qeyûm dawî li karê wê anî, tevî biryara dadgehê hîna radestê kar nehatiye kirin. Zehra ku nexweşa dil e, wiha got: “Divê 20 rojan carê min derzî li xwe bixista. Ev sê sal in nikarim bikim. Ger tiştek bê serê min berpirs, kesên dawî li karê min anîne.” BI DÎMEN     *Endama MYK ÎHD’ê Nîlay Nayman da zanîn ku her çiqas ji aliyê rayedarên desthilatdariyê ve bên înkarkirin jî, di 2019’an de der barê lêgerîna tazî de 36 serlêdan girtine lê hemû bi neşopandinê bi encam bûne.   *Jinên do li mîtinga Wanê qad tije kirin banga mezinkirina têkoşînê ya li dijî qirkirina jinê û tecrîdê kirin. Her wiha jinan li qada mîtîngê bal kişandin ser têkoşîna hevpar. BI DÎMEN    *Helîn Yapici ji doza Sûrê dihat darizandin. Dozger der barê Helînê de di mutalaya amade kir de ‘cezayê muebeta giran’ xweset û bi hinceta poşman nebûye jî got bila ceza neyê daxistin.   *Jinên ku hatibûn qadê dîlana wan ji gelek rengan pêk dihat lê dilê wan yek, heviya wan yek û têkoşîna wan yek bû. Jinan bi sedemên cûr bi cûr wateya hebûn û xwebûna xwe destnîşan kirin. Di çav û kenê jinan de qirîna "em li vir in" hebû. Tenê çirûskek bes bû ji bo serhildana jinan. ÇAVDÊRÎ