Daxwaza sekinandina darizandina Huda Kaya nehat qebûlkirin 2021-03-11 13:49:59     AMED - Di rûniştina darizandina Parlamentera HDP’ê Huda Kaya de dadgehê daxwaza sekinandina darizandina Huda qebûl nekir.    Rûniştinadoza ku ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî yên dema bûyerên Kobanê û çalakiyên ku beşdar bûye bi angaşta “endamtiya rêxistinê” li Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya hatibû vekirin, li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Huda tevlî rûniştinê nebû lê parêzerê wê Serdar Çelebî li rûniştinê  amade bû.    Dozger xwest daxwaza sekinandina darizandinê bê redkirin   Parêzer Serdar  di rûniştinê de parastina muwekîla xwe kir û bi bîrxistina biryara “binpêkirinê” ya Dadgeha Destûra Bingehîn a derbarê Parlamenterê CHP’ê Enîs Berberoglû de ji ber parlamenteriyê daxwaza rawestandina darizandina muwekîla xwe kir. Dozger, daxwaz kir ku kêmasiyên di dosyayê de bên derbaskirin û daxwaza ji bo rawestandina darizandina Huda bê redkirin.    Rûniştin taloqî 8’ê tîrmehê kir   Dadgehê, ji ber tekîldarîbûna hev a dosyaya Kobanê ya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ku li dijî Hudaa hatiye destpêkirin û dosyaya ku tê de tê darizandin, biryar da ku li benda encama dosyaya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bê rawestandin û daxwaza rawestandina darizandinê ya parêzeran jî red kir û rûniştin taloqî 8’ê tîrmehê kir.    Parêzer parastin kir   Parêzer Serdar, piştî danişînê daxuyanî da û diyar kir ku rewşa muwekîla wî ya Enîs  Berberoglû ji hev ne cuda ye lê dadgehê daxwaza wan a rawestandina darizandinê qebûl nekiriye û ev li dijî Destûra Bingehîn e.