Çalakiya Emîne Şenyaşar a 'edaletê' ket roja 3'yan 2021-03-11 10:58:08     RIHA - Çalakiya Emîne Şenyaşar ku bi lawê xwe re bi daxwaza 'edaletê' li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 3'yan de berdewam e.    Li navçeya Pirsûs ya Rihayê di 14'ê Hezîrana 2018'an de ji alyê parêztvanên parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Yildiz Xelîl ve êrîşî ferdên malbata Emîne Şenyaşar kiribûn û di encamê de 4 kesên ji malbata Şenyaşar ve hatibûn kuştin. Daneşîna 6'emîn a doza bûyerê wê sibe li Edliyeya Rihayê bê dîtin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar ku beriya daneşînê bi sê rojan bi daxwaza 'edaletê' li ber edliyê dest bi çalakiya rûniştinê kirine çalakiya xwe didomînin.     Dayê Emîne û lawê yê Ferît Şenyaşar îro jî çûn ber edliyê û çalakiya xwe didomînin. Malbatê ji ser hesabê xwe yê Twîtirê ev parvekirin kir, " Em bi edaleta dereng mayî jî razî ne, kesên li nexweşxanê bûyer pêk anîn diyarin lê nayên darizandin û li derve ne. Ji bo malbata me û ji bo her kesî em edaletê dixwazin."