Qedexeya 79 rojî li dû xwe çi hişt? 2021-03-11 10:56:08   Dilan Babat    COLEMÊRG - Di 79 roj serîhildana rêveberiya xweser a li Geverê de şerekî dijwar rû da. Li du kuçeyên pevçûn bi dijwarî dewam dikir bi nivîsên zayendperest bedena jinê hedef hat nîşandan û li kuçeyên pevçûn lê rû nedan jî polîsan malên welatiyan şewitandin an jî hilweşandin.   Susan Sontag di pirûkta xwe bi navê "Nêrîna li êşên kesên din" de wiha dibêje:"Dema em li wêneyan dinêrin em dibînin ku şer dişibe çi....Şer hildiweşîne, perçe dike, diçewisîne. Şer bedena mirov perçe dike, rêviyên di hundur mirov de derdixe derve. Şer lebatên mirov ji bedena wan vediqetîne. Hildiweşîne û tune dike." Lê belê kela berxwedanê Gever  ji wêneyekî wêdetir gelek tiştî rave dike.    Ji xerakirina pergala zagonî mirov hatin binçavkirin    Di 13'ê Adara 2015'an de li Navçeya Gevera Colemêrgê ji aliyê Meclîsa Civakî ya Demokratîk Rêveberiya Xweser hat îlankirin. Piştî îlanê hat gotin "Em sazî, zagon, hiqûq û sîstema dewleteke rewakirina gel nas nakin qebûl nakin". Piştî daxuyaniya rêveberiya xweser Serdozgeriya Komarê ya Geverê lêpirsîn da destpêkirin û di çarçoveya vê lêpirsînê de operasyona hevdem li dijî 15 navnîşanan hat kirin. Di operasyonê de kesên beşdarî daxuyaniyê bûn bi hinceta  'Xerakirina pergala zagonî' hatin binçavkirin.    Li her malan nivîsên zayendperest   Piştî îlankirina rêveberiya xweser li Gevera pevçûneke dijwar qewimî bi sedan mal hatin hilweşandin. Bi hezaran mirov jî koçber bûn. Welatiyên malên xwe terk nekirin jî li gor derfetên di destên wan de li berxwe dan. Li kuçeyên pevçûn lê çênebûn jî mal hatin hilweşandin û nivîsên mîna "Eşq li Geverê jî bi awayekî cuda tê jiyîn","TC hat ên bi fîstan li ku ne?", "Ji koma Geverê silav","Em hatin we bixwazin me we nedît KOH","Bila Xwedê Tirkan biparêze" yên zayendperest hatin nivîsandin û bincilên mirovan avêtin der û dorê. Rûyê konsepta şer li Şirnex, Cizîr, Sûr, Geverê bi eşkere hat dîtin. Bi hezaran mirovên nikaribûn ji malên xwe derkevin bi talûkeya mirinê rû bi rû hatin hiştin. Mirovên bi zorê ji ser erdê xwe hatin dûrxistin êriş û hilweşandina malên xwe yan ji televizyonê yan jî ji xizmên xwe hîn dibûn.   Cihên hendek li tune bûn hatin şewitandin...   Di wê serdemê de li her derê Geverê hema hema her mal hatibûn hilweşandin an jî şewitandin. Avahiyên saxlem mabûn jî bi destên dewletê hatibûn hilweşandin. Piştî qedexeyê Odeya Endezyarên Avahiyê (ÎMO) çavdêriyên têkildarî hilweşandinê de yên li Geverê wekî raporekê bi raya giştî re parve kir. Di raporê de hejmara avahiyên xisara wê kêm 3 hezar û 93, yên xesara wê navîn 647, yên xisara wê zêde 787, yên hatibûn şewitandin hejmara wan 336 bûn. Wê demê serjimara Geverê 188 hezar û 147 bû ji vê serjimarê 70 hezar û 497 kes li navenda bajêr dijiyan. Li gor lêkolînan hat diyarkirin ku 3 hezar 637 avahî nikarin bên bikaranînin. Piştî hilweşandinan li gor raporê ji sedî 35 serdjimar bê mal man.    Tiştên hatin jiyîn di roparê de hat eşkerekirin   Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV) di 2016'an de lêkolîn li Geverê kiribû û xofa ku hatibû jiyîn raxistibûn pêş çavan. Di çarçoveya raporê de Parlamentera serdema berê ya Colemêrgê Selma Irmak, Hevseroka Şaredariyê Adile Kuzey bi welatiyên Geverê re hevdîtin kirin. Hevdîtinên hatin kirin di raporê de cih girtin. Di raporê de hatibû diyarkirin ku operasyon 30 rojî dewam kiriye. Hat diyarkirin ku li du gundên girêdayî navendê jî qedexe hatiye îlankirin. Li kuçeyên Esenyurt û Îpekyoluyê yên Geverê hat diyarkirin ku di wê serdemê de elektirîk û av hatine birîn. Di raporê de hat diyarkirin ku li  kuçeyên qedexe nehatibûn îlankirin jî avahî hatine şewitandin û hilweşandin. 5 avahî êdî nikaribûn bihatin bikaranîn û 15 avahiyan jî xisar dîtibûn. Bi taybet li kuçeyên Gungor û Cumhuriyetê piştî operasyon qediyaye şûnde hundurê avahiyan hatine gulebarankirin. Di hinek avahiyan de kincên jinan hatine çirandin û kincên kurdî yên jinan hatine şewitandin. Li ser dîwaran 3 heyv hatibûn xêzkirin.    Aqubeta gelek cenazeyan nayên zanîn    Di 79 roj qedexeyê de bêtir endamên YPS'ê 90 kesî jiyana xwe ji dest dan. Gelek cenaze li Gora Bêkesan a Erziromê hatin definkirin. Destûr nehat dayin parêzer ji bo otopsiyê bikevin hundur. Pişte kesên li gora bêkasan hatibûn definkirin hat zanîn ku nasnameyên wan tevlihev kirine. Hinek cenaze bi serlêdana malbatan hatin teslîmkirin lê belê gelek cenaze hîn di gorên bêkesan de ne yan jî aqubeta wan nayên zanîn.    Vedana kon a li ber malên hatin şewitandin hat qedexekirin   Piştî qedexe hatin bidawîkirin kesên mecbûr mabûn ji malên xwe derkevin paşve zîvirîn. Dema vegeriyan dîtin malên wan hatine hilweşandin. Welatiyên şûnde vegeriyan jî terkirina axa wan li ser wan hat ferzkirin. Welatiyên xwestin li ber malên xwe yên hatine şewitandin konên xwe vedin bi qedexeya walîtiyê rû bi rû man. Tevî vê yekê welatiyên nexwestin axa xwe terk bikin bê av û elektrîk li ber malên xwe yên şewitandî konên xwe vedan.    Bi pêşengiya jinê xebatên avahiyê dest pê kirin   Li Geverê xebatên avahiyê ji nû de dest pê kirin. Li her aliyên Tirkiyeyê banga piştevaniyê hat kirin. Hêdî hêdî xebatên avahiyê dest pê kirin û jinan pêşengiya vê yekê kirin. Li kuçeyên Gungor û Cumhuriyetê yên ku gelek malên wan hatibûn şewitandin nêzî 100 malî bi xebateke hevpar ji nû de hatin avakirin. Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Rojava ji bo vê yekê banga piştevaniya hevpar kir û ji bo alîkariyê xebitî.   TOKÎ'yên 6 sal şûnde hatin temamkirin   Gel bi hev re di nava piştevaniyê de bûn lê belê îktidarê bi xebatên Serokatiya Îdareya Avahiyên Komî  (TOKÎ) Gever veguhert qada rantê. Bingeha 830 avahiyan hatin avêtin gel bi germahî nêzî avahiyên li dûrî navenda bajêr hat avakirin nebûn. Gel bi xwe hewil da avahiyên xwe lê bikin. Avahiyên piştî 6 salan hatin lêkirin jî bi perayan dan gel. Gel li dijî vê yekê bertek nîşan da.