Cezayê girtiyê ku divê bihata tehliyekirin 6 mehî hat dirêjkirin 2021-03-11 09:06:08   AMED - Bayram Arî ku 9 sal û nîv bû girtî bû, hat hînbûn ku cezayê wî 6 mehî hatiye dirêjkirin. Hevjîna wî Atiye Arî daxuyakirin ku bi vî awayî hem malbat û hem jî girtiyan mexdûr dikin.   Bayram Arî di 2011’an de di operasyona KCK’ê de hat girtin û ev 9 sal û nîv bû di girtîgehê de bû. Tevî ku cezayê wî qediyaye jî nayê tehliyekirin. Hevjîna wî Atiye Arî bi lêv kir ku tevî cezayê wî qedyaye jî 6 mehê din jî dirêj kirine.   ‘Ceza qedya lê nayê tehliyekirin’   Atiyeyê daxuyakirin ku di 2011’an de hevjînê wê bi operasyona KCK’ê hatiye girtin û 9 sal û nîv e girtiye û got: “Hevjînê min dema girtî bû me gelek zehmetî kişand. Her tim surgunê girtîgehên cuda dikirin. Ewl li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê bû. Piştre surgunê Kastamonu, Îgnebolu û herî dawî jî surgunê Boluyê kirin. Ji ber dûr bû şansa me tunebû ku em biçin hevdîtinê jî bi taybet bi pandemiyê re ev du car zehmet bû.”   ‘Tevî pandemiyê tehliye 6 meh hat taloqkirin’   Atiyeyê dsetnîşan kir ku tevî cezayê Bayram qedyaye jî hîna jî nehatiye tehliyekirin û wiha pê de çû: “6 meh taloq kirine. Hevjînê min nexweşê astim û gelek nexweşiyên din yên kronîk in. Tevî pandemiyê nayê tehliyekirin. Gelek kes wek wî ne. Dibêjin her tim maske didin ber devê xwe. Gelo wê ev heta kengê wisa be. Tedbîrên li girtîgehê gelek qels in. Em li parêzer geriyan, got ceza qedyaye lê hîna girtiye. Parêzer got ev sûc e û wê serlêdanê bikin. Hevjînê min jî li girtîgehê serlêdan kiriye. Em li mafê xwe digerin. Ev tiştê tê kirin zilm e.”   Atiyeyê di dawiya axaftina xwe de bang kir, ne tenê ew, gelek malbatên wek wan hene û got divê girtî demildest bên berdan.