'Zanîngeha jinê dewamiya polîtîkaya zayendperest e' 2021-03-11 09:03:49   WAN - Sekretera Jinan a Navenda Gitşî ya Egîtîm Senê Derya Yulcu da zanîn ku sedema pirsgirêkên di perwerdeyê de polîtîkayên desthilatdariyê ye û got li dijî vê rêxistinbûneke jinê ya xurt heye. Deryayê da zanîn ku zanîngeha jinê jîdewamiya polîtîkaya zayendperest û desthilatdariyê ye.   Li herêmê û Tirkiyeyê pergala perwerdeyê hatiye asta têkçûnê. Bi pandemiyê re ev pirsgirêk her çûn zêde bûn. Ligel vê bi tayînkirina qeyûman a ji bo zanîngehan, butçeya kêm a ji bo perwerdeyê tê veqetandin û gelek pirsgirêkên din. Di mehên borî de Serokkomar Tayyîp Erdogan di serdana Japonyayê de der barê zanîngeha jinê de gotibû ‘Em li welat pêngava vê davêjin’ û zanîngeha jinan kiribû bernameya sala 2021’ê. Cihê zanîngehê jî Hatay hatibû tercîhkirin. Li ser vê bertekên jinan didomin.   Sekretera Jinan a Navenda Gitşî ya Egîtîm Senê Derya Yulcu bi lêv kir ku perwerde jî mijarek polîtîk e û ji ber vê jî desthilatdarî li gor polîtîkaya xwe perwerdeyê ferz dike.   ‘Dixwazin jinan li gorî rolên zayendî perwerde bikin’   Deryayê destnîşan kir ku bi zanîngehên jinan dixwazin di navbera jin û mêran de dîwar bihûnin û got: “Dixwazin jinan ji civakê veqetînin û mahkumê hêza kar a zayendî bikin, hepsê malê bikin. Dixwazin li gorî rolên zayendî jinan perwerde bikin, di rolên dayiktî, hevjîntîyê de heps bikin. Perwerdeya tevlihev, rêbaza perwerdeya zanistî û ya tendurist e. Divê ziman, ol, bawerî, zayenda kesî tu kesî eleqeder neke, divê ev hemû bi awayekî azad bên jiyîn. Ev jî ji bo perwerdeya tevlihev girîng e. Di alî pêşketina zarokan de girîng e, ji ber wekheviya zayenda civakî dide pêşxistin. Li gorî min zanîngehên jinan wê pir zêde pêş nekeve. Desthilatdarî bi salane hewl dide lîseyên îmam xatîbê tije bike. Lê hilbijêrên wan jî zarokên xwe naşînin wir. Ji ber mirov perwerdeyek akademîk û zanistî dixwazin. Fikra zanîngeha jinê jî dewamiya polîtîkaya desthilatdariyê ye. Em dixwazin bi hemû rengên xwe ligel hev bijîn.”   ‘Bi qasî pereyê xwe perwerdeyê dibînî’   Deryayê bi lêv kir ku îro pergala perwerdeyê bûye metayeke ku bi pereyan tê girtinê û wiha pê de çû: “Em hatine rewşeke ku mirov bi qasî pereyê xwe perwerdeyê dibînin. Butçeya ji bo perwerdeyê her diçe kêm dibe. Ev jî herî zêde bandorê li zarokên keç dike. Ji ber piranî malbat ji ber newekheviya zayendî ewil zarokên kur didin xwendin. Di pêvajoya pandemiyê de zarok rastî newekheviyek mezin hatin. Piranî jî zarokên keç jê bandor bûn. Li cîhanê hejmara xwendekarên ji dibistanê qut bûne zêde ye. Bi mîlyonan zarok jê qut bûn. Ev jî wateya ku dibin zarokên karker an jî di temenê biçûk de zewac.”   ‘Em dixwazin rêveber bixwe hilbijêrin’   Deryayê balkişand ser Melih Bulu yê wek rektor tayînê Zanîngeha Bogazîçî bûye û berteka xwendekaran bi bîr xist: “Helwesta li Bogazîçî derketiye holê di esasê de li hember hemû polîtîkayên şaş ên desthilatdariyê ne. Ji ber akademî ji bo civakê ronî bike heye. Têkoşîna xwendekaran a li dijî qeyûmê rektor gelek watedar e. Ev di esasê de têkoşîna maf a demokratîk e. Em dixwazin rêveberên dibistanê, welat hilbijêrin. Xwendekarên mafên xwe yên demokratîk bi kar anîne, bi hewldanan tên xwestin ku bên çewisandin.”   ‘Têkoşîna jinan gelek kevnar e’   Deryayê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku desthilatdarî ji pergala kapîtalîst xwedî dibe û civakê parçe dike û bi vê pergalê bi rê ve dibe. Deryayê bal kişand ser têkoşîna jinan a li dijî vê û wiha dawî kir: “Îradeyeke xurt a jinê ya li dijî vê heye. Piştî darbeya 80’an şûnde têkoşîna jinan hîn bêtir mezin bû. Îradeyeke jinê ya xurt heye. Rêxistinbûneke jinê ya mezin heye. Ji bo mafên xwe bigirin têdikoşin û berdewam dikin. Desthilatdariyê em netirsandine. Ji bo me bitirsîne û bigire bin serdestiya xwe serî li her rê dide lê têkoşîn û berxwedan mezin dibe. Wê teqez bi serkeftinê encam bibe. Têkoşina jinê bi qasî dîroka mirovahiyê kevn e.”