Malbata girtiyên nexweş: Em azadiya girtiyan dixwazin 2021-03-11 09:02:41   Medya Uren   MÊRDÎN - Esma Çelîk a du xizmên wê yên bi nexweşiyên giran in û di girtîgehê de ne da zanîn ku cihê nexweşan ne girtîgeh e, nexweşxane û mal e û wiha got:"Em azadiya hemû girtiyên sîyasî yên ku rehîn hatine girtin dixwazin û bi taybet jî yên ku nexweş in."   Li girtîgehan li dijî binpêkirina mafan û tecrîdê grevên birçîbûnê di roja xwe ya 105’emîn de didome. Lê her ku diçe binpêkirinên mafan zêde dibin û tecrîd jî tê girankirin. Girtiyên sîyasî Mehmet Çelîk (54) ê ku 21 sal ceza girtiye û birayê wî Ehmed Çelîk (56) ê ku 16 sal ceza girtine rexmê ku nexweşiyên wan ên giran hene daxwaza wan a berdanê nayê erêkirin û ji ber ku li dijî bêmafî û tecrîdê dikevin greva birçîbûnê jî ceza li wan tê birîn.   3 meh cezayê axaftinê   Mehmet Çelîk ê di Girtîgeha Mereşê ya Turkoglu de dimîne ji ber ku beşdarî çalakiyên greva birçîbûnê buye 3 meh cezayê axaftina bi telefonê jê re hatiye birîn. Mehmet ê ku beriya hefteyekê bi riya telefonê bi malbata xwe re axiviye ragihand ku mafê wan tê binpêkirin û dema ew xwedî li mafê xwe derdikevin jî ceza li wan tê birîn. Di rewşên asayî de axaftina telefonê ya ku hefteyê 2 rojan tê kirin 10 deqe didome. Lê Mehmet vê carê 3 deqeyan bi malbatê re axivî. Rewşa heyî û cezayê ku dane wî vegot û diyar kir ku ew ê nikaribe demeke dirêj bi wan re biaxive yan jî hevdîtinê bike. Mehmet di heman demê de kesekî ku nexweşiyên wî yên kronîk ên weke bêhntengî û tansiyon pê re hene di aliyê tendirustiyê de jî pirsgirêkên mezin dijî. Ew ji weke gelek girtiyên sîyasî ji mafên xwe tê mehrûmkirin.   'Em tên mexdûrkirin'   Esma Çelîk a hevjîna Mehmet Çelîk e jî wiha diyar kir: "Ev tecrîda girankirî ye. Girtî ji mafên xwe tên mehrûmkirin û bi ser de ceza li wan tê birîn. Ev ne dad e, ev zilm e. Ev zilm jî ne tenê li girtiyan li hemû malbata wan tê kirin. Hemû civakê jî dixin di bin wê bandorê. Ev 2 sal e ez nikarim biçim serdana hevjînê xwe, ne jî zarok dikarin herin. Di aliyekî de em vê pirsgirêkê dijîn, li aliyekî jî di aliyê aborîyê de em zorê dibînin. Ew li sirgunê ye, hatin û çûyin jî zehmet e. Mehmet dibêje neyê serdanê pereyê hûn li rê didin bidin ji bo pêwîstiyên zarokan. Me xistine vê rewşa xirab. Me mexdûr dikin."   'Cihê astengdaran ne girtîgeh e'   Esma Çelîk di berdewamiya axaftina xwe de bal kişan ser birayê Mehmet, Ehmed  Çelîk û wiha got: "Birayê hevjînê min jî bavê 6 zarokan e. Hevjîna wî di her alî de zohmetiyê dibîne. Ew 6 sal in di Girtîgeha Tersûsê de dimîne. Dema ku hatiye girtin jî ew tê îşkencekirin. Polîs bi jopan li seriyê wî dixin û di encama derbên ku girtine de lingên wî felç bûne. Ehmed nikare êdî li ser lingan raweste. Berê bi daran xwe li ser lingan digirt, lê niha ji ber ku nayê tedawîkirin rewşa wî xerabtir dibe. Ango niha nikare li ser lingan rawest e. Mehmed astengdar e  û cihê wî ne girtîgeh e."   'Ne sibehê em îro rabin'   Esma herî dawî wiha got: "Girtiyên sîyasî di bin tecrîdeke girankirî de ne. Divê em hemû xwedî li wan û têkoşîna ku li dijî tecrîdê dane destpêkirin derbikevin. Ger tecrîd neyê şikandin wê tecrîda li ser me ji neşkê. Em ê di bin vê bindestiyê de jiyana xwe bidin berdewamkirin. Ji bo ku êdî wisa em her roj di bin tecrîdê de nemirin, ez hemû kurdan vedixwînim xwedîderketinê. Ne sibehê îro em rabin. Ji bo nebe dereng. Bi sedan girtiyên sîyasî yên temenmezin, nexweş, astengdar an jî zarok li benda me û piştgiriya me ne. Ez weke dayikekê dibêjim ez êdî nikarim. Ez nikarim vê îşkenceyê rakim."