ROJEVA 11'Ê ADA 2021'Ê 2021-03-11 09:00:00   *Esma Çelîk a du xizmên wê yên bi nexweşiyên giran in û di girtîgehê de ne da zanîn ku cihê nexweşan ne girtîgeh e, nexweşxane û mal e û wiha got:"Em azadiya hemû girtiyên sîyasî yên ku rehîn hatine girtin dixwazin û bi taybet jî yên ku nexweş in." BI DÎMEN    *Perîhan Yaşmîn ya di temenê biçûk de hat zewicandin û her tim bi şîdeta sîstematîk re rûbirû dima, piştî zewaca xwe bidawî kir ji nû ve teşe da jiyana xwe. Perîhan wek karker li dikana dûrinvaniyê dest bi kar kir û piştre dikanek ji xwe vekir. Perîhanê da zanîn ku divê jin jiyana xwe navêjin plana dawî. BI DÎMEN   *Bayram Arî ku 9 sal û nîv bû girtî bû, hat hînbûn ku cezayê wî 6 mehî hatiye dirêjkirin. Hevjîna wî Atiye Arî daxuyakirin ku bi vî awayî hem malbat û hem jî girtiyan mexdûr dikin. BI DÎMEN   *Sekretera Jinan a Navenda Gitşî ya Egîtîm Senê Derya Yulcu da zanîn ku sedema pirsgirêkên di perwerdeyê de polîtîkayên desthilatdariyê ye û got li dijî vê rêxistinbûneke jinê ya xurt heye. Deryayê da zanîn ku zanîngeha jinê jîdewamiya polîtîkaya zayendperest û desthilatdariyê ye. BI DÎMEN