Ji Koordînasyona Çavdêr a Xwecihî ji bo grevê bang 2021-03-10 16:41:06     ENQERE - Koordînasyona Çavdêr a Xwcîhî ya Enqerê, diyar kir ku ji bo greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger ku li 120 girtîgehan hatiye destpêkirin bi dawî bibe divê daxwazên tên kirin bên bicihanîn û derbarê mijarê de bang li Wezareta Dadê û saziyên têkildar kir.   Koordînasyona Çavdêr a Xwcîhî ya Enqerê ku Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Enqerê (ÎHD) , Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) di nav de cih digirin, derbarê greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger ku li 120 girtîgehan li dijî tecrîdê hatiye destpêkirin de li navenda ÎHD'ê cîvîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de endama koordînasyonê Ayşegul Çagatay axivî.   'Şert û merc girantir bûne'   Ayşegûl diyar kir ku înfaza girtiyên nexweş nehatiye taloqkirin û wiha got, "Girtî di warê xwegîhandina dermankirinê, mafê ragihandin û têkilîdanînê, sewkê de pirsgirêkan dijîn, lêgerîna tazî li wan tê kirin û li ser piyan hejmartin li wan tê ferzkirin û gelek mafên girtiyan ên din tê binpêkirin. Herwiha bi hinceta pandemiyê bi qanûna nû ya înfazê ku hat derxistin re di çarçoveya TMK'ê de şertên girtiyan bêhetir zahmet bûne û rewşeke dijber hatiye afrandin."   'Tecrîd ne li gorî rêgezên NY û Mandela ye'   Ayşegulê diyar kir ku tecrîda tê pêkanîn ne li gorî rêgezên Neteweyên Yekbûyî (NY) û yên Mandela, pêşniyarên CPT'ê û qanûna 5275'e û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Divê tecrîd bê bidawîkirin û ji aliyê wezaretê  destûr bê dayîn ku malbat û parêzer biçin li îmraliyê hevdîtinê bikin. Li girtîgehên Tirkiyeyê ji ber binpêkirinên mafan girtî mecbûr dimînin ku di demên cuda cuda de dest bi greva birçîbûnê û rojiya mirinê bikin. Divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û binpêkirinên mafan li girtîgehan bên bidawîkirin.  Divê girtiyên nexweş dermankirina wan neyê taloqkirin û bên dermankirin. Ji bo ku daxwazên girtiyan bên bicihanîn em bang li Wezîrê Dadê û saziyên têkildar dikin ku bi erka xwe rabin."   'Divê daxwazên girtiyên di grevê de bên bicihanîn'   Ayşegulê diyar kir ku ji bo girtiyên di girevê de li jiyanê bimînin li gorî protokola gireva birçîbûnê rayedar tevbigerin û di berdewamiyê de wiha got, "Divê kontrola girtiyên di grevê de  ya tendirustiyê bi rêk û pêk bê kirin û rêveberên girtîgehê li gorî protokolên grevên birçîbûnê yên berê ku hatine şandin tevbigerin."    'Em bang li Wezareta dadê û saziyên têkildar dikin'   Ayşegulê ji bo ku rewşa tendirustiyê ya girtiyên li 120 girtîgehan di grevê de ne nekeve xeterê bang li Wezareta Dadê û saziyên têkildar jî kir ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin tecrîd bê rakirin wiha dawî li axaftina xwe anî, "Komîsyona çavdêriyê ku me ji bo reşa girtiyên di grevê de bişopînin ava kir ew ê di warê xwecihî de tişta pêwist bike, wê rewşê bike rapor û ji bo raya giştî agahdar bike hewl bide."